Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji hikumetê vekişiyan 2017-12-20 15:34:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê xwe ji Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê vekişandin. Piştî bûyerên li Başûrê Kurdistanê zêde bûn û di bûyeran de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bû, agahiyên girîng ji herêmê tên. Herî dawî Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê, daxuyanî dan û aşkera kirin ku wan xwe ji Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê vekişandiye.   Hat diyarkirin ku di heman demê de Tevgera Goran xwe ji Serokatiya Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê jî kişand. Dr. Yûsif Mihemed serokatiya parlementoyê dikir.