Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649 2020-04-06 20:16:03       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî yên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 75 kes mirine û hejmara giştî ya miriyan bûye 649.       Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) parve kirin.    Koca, aşkere kir ku hejmara testên hatine kirin bûye 202 hezar û 845 û hejmara kesên heya niha bi Covîd-19'yê ketine bûye 30 hezar û 2017 û got, di 24 saetên dawî de 75 kes mirine û heya niha bi giştî hejmara kesên mirine bûye 649.