11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin 2020-04-06 17:35:57   ENQERE - 11 partiyên yasî daxuyaniyek hevpar dan û têkildarî zagona înfazê ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat amadekirin û sibê bibin meclisê daxuyaniya hevpar dan. 11 partiyên siyasî, bang li her kesî kirin ku li dijî helwesta dervê mirovahiyê dengê edaletê bilind bikin.    Îqtîdara AKP û MHP'ê bi hevre qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan anîn rojevê û tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. AKP û  MHP dê vê qanûna înfazê bînin rojeva meclîsê. Beriya ku AKP û MHP vê qanûnê bînin Lijneya Giştî ya Meclîsê li dijî vê zagonê 11 partiyên siyasî daxuyaniyek hevpar dan. 11 partiyan bi sernavê “Em di zagona înfazê de wekheviyê dixwazin, Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin" daxuyanî dan û ji her kesan xwest ku dengê edaletê bilind bikin. HDP, DBP, EMEP, ESP, SODAP, Partiya Çep, SYKP, TÎP, TKP û Pariya Çep a Kesk îmze avêtin bin daxuyaniyê. Partiyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku bi sed hezaran girtî li dijî vîrûsê di bin rîskê de ne xwestin zagona înfazê li gorî rêgeza wekheviyê û Hiquqa Gerdûnî bê amadekirin. Pariyan da zanîn ku di sala 2020'an de 355 girtîgeh hene û bi giştî 282 hezar û 703 girtî di girtîgehan de ne. Partiyan destnîşan kir ku ji her demê bêtir girtîgeh tijî ne û şertên paqijî, hewa û rojê tune ku girtî xwe biparêzin û nikarin bi rêk û pêk bêne dermankirin. Partiyan anîn ziman ku girtî di bin rîsekî mezin de ne û xwest hemû girtî ji vê zagonê sûdê bigirin.    DIJMINÊ MIROVAHIYÊ YE   Partiyan da zanîn ku mezin, zarok û nexweş bi hezaran girtî di bin riskek mezin de dijîn. Partiyan da zanin ku ev zagona înfazê ku zarok, kal, pîr û nexweşan tahliye nake, dijminê mirovahiyê ye û xwest li gorî peyman û rêgezên DMME û rêgeza AYM'ê bê sererastkirin. Partiyan anîn ziman ku ew cudakariyê qebûl nakin û destûr nadin ku bi vî rengî zagon derbas bibe. Partiyah ji her kesî xwest ku dengê edaletê bilind bikin.