148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin 2020-04-06 16:29:35   AMED - Li Amedê ji ber şewba vîrûsa Covid-19, 148 welatî li nexweşxaneyên cuda têne dermankirin.    Li Amedê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketine zêde dibin. Heta niha li nexweşxaneyên cuda yên Amedê ji ber şewba Covid-19, 148 welatî têne dermankirin. 4 welatiyên li unîteya venêrtina zêde, dermankirina wan didome. Hat diyar kirin ku talûkeya jiyanê ya 4 welatiyan didome. Hat diyar kirin ku 70 welatiyên hatin sewqkirin jî şandin malên wan. Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle jina 32 salî ku ducanî bû zaroka wê bi emeliyatê ji ber kirin. Hat zanîn ku rewşa zaroka wê baş e. Li Amedê ji ber şewbê heta niha 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.