Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin 2020-04-06 16:07:24   AMED - Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ên qeyûm tayîni şûna wan hat kirin, diyar kirin ku ji xwe re 10 malbatên xwişk û bira hilbijartin û dê piştevaniya 10 malbatan bikin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh civîn li dar xist û kampanya Malbatên Xwişk û Bira da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Hevşaredarên Bismilê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Gulşen Ozer û Orhan Ayaz, di pêvajoya şewba vîrûsa corona û  kampanyayê de ji bo xwe 10 malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye hilbijartin. Hevşaredaran di çarçoveya “Kampanya Malbatên Xwişk û Bira" de 10 malbat hilbijratin. Hevşaredaran anîn ziman ku di vê pêvajoya vîrûs belav dibe de gel bi qedera wan re hatiye hiştin û piştgirî da kampanya HDP’ê. Hevşaredaran anin ziman ku HDP'ê bi dirûşmeya “Em parve dikin, piştgiriyê dikin" kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" dane destpêkirin wiha got: "Armanca me em bi vê kampanyayê xwe bigînin hemû gelê xwe yên pêdiviya wan ji alîkarî û piştevaniyê heye."     Hevşaredaran bang li hemû kesên dikarin alîkariyê bikin kir û xwest piştgiriyê bidin kampanyayê û piştevaniyê xurt bikin.