Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan 2020-04-06 16:04:18   STENBOL – Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmaoglû bergiriyên ku li dijî vîrûsa koronayê girtine aşkera kir û diyar kir ku ji roja ku vîrûsê dest pê kiriye heta niha zêdetirî 100 hezar mirovî ji bo alîkariyê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê daye.   Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmaoglû, li ser hesabên xwe yên medya civakî, bi weşana zindî têkildarî bergiriyên ku li dijî vîrûsa koronayê girtine aşkera kir. Îmamoglû, diyar kir ku bi vîrûsa koronayê re rûyê dinyayê guheriye û herkes ketiye helwdanên parastina xwe.   BUDÇEYA ALÎKARIYA CIVAKÎ ZÊDE KIRINE   Îmamoglû, destnîşan kir ku bi milyonan kesan ji dahata xwe kêm kiriye û wiha got: “Bi milyonan mirovên me yên ku pirsgirêkên aborî dijîn jî hene. Yek ji saziyên ku van mirovên me serî lêdane Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ye. Ji roja ku vîrûsê dest pê kiriye heta niha zêdetirî 100 hezar mirovî ji bo alîkariyê serî li ÎBB’ê daye. Ji ber vê yekê me budçeya xwe alikariya civakî ji 374 milyonî derxist 775 milyonî. Em ê di rojên pêş de dest bi belavkirina 500 hezar qoliyên alîkariyê bikin.”   ‘100 HEZAR MASKE LI RAWESTGEHAN TÊN GIRTIN’   Îmamoglû, da zanîn ku di çarçoveya bergiriyan de 100 hezar maskeyî ji bo bikaranînê li rawestgehan amade kirine û ev tişt anî ziman: “Em hemû stoqên xwe yên maskeyan li gel belav dikin. Bi pêşengiya Wezareta Tenduristiyê wê maske li welatiyên me yên temenê wan di navbera 20-26’an de bê belavkirin. Me ji bo nexweşxaneyên mobîl jî xebatan daye destpêkirin. Ne tenê kal û pîrên temên wan di seriya 65’an de divê em jî li malên xwe bimînin. Hevîdarim ku em ê vê vîrûsê bi hev re derbas bikin.”