Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin 2020-04-06 15:58:01   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, ji bo bi milyonan karkeran ji şewba vîrusê biparêzin bang li hikûmetê kir û got: "Ji bo her kas li malê xwe bimîne tenê rêyek heye. Divê hûn kar rawestînin."    Seroka Giştîya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK), Arzu Çerkezoglu civîna çapemeniyê li dar xist û li ser hesabê medya civakî parve kir. Çerkezoglu, bal kişand ser talûkeya vîrûsê ya li dijî karkeran  û xwest tedbîr bêne girtin. Çerkezoglu, ji hikûmetê xwest ku karkeran ji rîska vîrûsa Covît-19 biparêzin û pêşniyarên parastinê rêz kir û wiha got: "Têkoşîna li dijî Covid-19 berî her tiştî tenduristiya gel e. Divê berî her titî tenduristiya gel bê parastin. Di serî de bi milyonan malbatên karkeran divê tenduristiya wan bê parastin. Di serî de me got bi qasî tedbîrên tibbî, tedbîrên civakî jî pêwist in."    FELAKETA BETALIYÊ    Çerkezoglu, da zanîn ku li cîhanê û Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona felaketa betaliyê pêş dikeve û wiha got: "Tirkiye di dîrokê de bi felaketa herî mezin a betaliyê re rû bi rû ye. Me wekî DÎSK'ê ji berê de rayedar hişyar kir û pêşniyarên xwe wiha dubare kir: "Divê derxistina karkeran a kar bê qedexekirin. Divê ji xeynî hilberîna mecbûrî hemû hilberînên din bêne rawestandin. Divê hemû xebatkar hatina wan bê mîsogerkirin. Divê sîgorta û fonê betaliyê bê razandin. Divê deynê wan ê fatûre û qredî bê taloqkirin. Divê meaşê wan ê herî kêm heqê herî kêm be. "      Çerkezoglu, xwest ji bo hemû xizmetkarên tenduristiyê û şaredariyan bê kêmasî ekipmanên parastinê bê temînkirin û bi her awayî karker û kedkar bêne parastin û ji bo hikûmet gavan bavêje ev bang li hikûmetê kir: "Divê ji xeynî kar û hilberîna mecbûrî hemû kar bê rawestandin û welatî karibin li malên xwe bimînin. Divê dûrxistinakar bê qedexekirin. Divê mafê wan ê sîgortayê bê parastin. Di serî de majarên mezin divê qerantinayê têxin meriyetê. Ji bo malbat ji malên xwe dernekevin divê alîkariya jiyanî bê kirin. Dîsa di pêvajoya qerantînayê de divê tundiya li dijî jinê bê astengkirin. Divê fatûra û daynên malan bê taloqkirin. Divê heqê herî kêm bidin kesên teqawît.