Nûçegihanê ANHA'yê Rizgar Adanmiş jiyana xwe ji dest da 2017-12-20 15:19:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê ANHA'yê û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş ku di 12’ê Cotmeha 2017’an li Dêra Zorê di êrîşa DAIŞ’ê de birîndar bûbû û ji wê rojê ve li nexweşxanê dihat dermankirin, di 18’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da. DAIŞ’ê di 12’ê Mijdara 2017’an de li herêma Dêra Zorê li dijî sivîlan komkujiyek pêk anîn, nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) û xebatkarê Stêrk TV Rizgar Adanmiş li cihê bûyerê bûn. Di vê êrîşê de nûçegîhana ANHA’yê Dilîşan Îbiş jiyana xwe ji dest dabû, nûçegîhan Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş tevî gelek welatiyên sivîl birîndar bûbûn. Hogir Mihemed piştî sê rojan ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da û Adanmiş jî li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Adanmiş ligel hemû hewldanan di 18’ê Kanûna 2017’an de li nexweşxaneya lê jiyana xwe ji dest da.    ANHA’ê ji malbata Adanmiş re sersaxî xwest û wiha got: “Em ji malbata hevalê xwe Rizgar Adanmiş re sersaxiyê dixwazin. Şopandarên heqîqetê Rizgar, Dilîşan û Hogiran rêya me ronî dikin û wekî xebatkarên çapemeniya azad em sond dixwin ku bêyî bikevin dudiliyê em ê rêya wan dewam bikin. Em ê rastiyan ji nava taritiyê derxin û ronî bikin. Ev têkoşîn wê heya dawiyê rêya me ronî bike.”