Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin 2017-12-20 15:08:00   MÛŞ - Afîşên ji bo kongrya HDP'ê hatibûn amadekirin, bi hinceta wêneyên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser in, bi fermana Waliyê Mûşê berhev kirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê, dê di 23'yê Kanûnê de kongreyê xwe li dar bixe û afîşên kongreyê amade kir. Ji ber ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li ser afîşê bûn, Waliyê Mûşê ferman da ku afîş bên berhevkirin.