Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin 2020-04-05 14:52:54   ÊLIH - Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê sewqî girtîgeha Amedê hatin kirin.   Duh bi şev girtiyan li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê îsyan derxistin û malbatên agahî girtin herikîn ber girtîgehê. Malbat hîna jî li ber girtîgehê radiwestin. Malbatan xwestin ku derbarê xizmên xwe yên girtîde agahî bigirin. Rayedarên girtîgehê li ser israra malbatan, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku girtiyên di qawîşên A1-2-3-4-5-7-8-9-10-11-16-18, B3-5-7-12 de sewqî Girtîgeha T4 a Amedê hatine kirin.   Hat destnîşankirin ku bi giştî 439 girtî sewqî Amedê hatine kirin û di girtîgeha Êlihê de jî, 202 girtî mane.