Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin 2020-04-05 14:37:39 ÊLIH - Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Devran Yildiz, diyar kir ku piştî îsyana di girtîgehê de derket wan xwest hevdîtinê bi girtiyan re bikin, lê ev daxwaza wan nehat qebûlkirin û got: “Ji ber şewatê girtîgeh di rewşekê ku nayê bikar anîn deye.” Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, ji ber ji derveyî qanûna înfazê hatin hiştin duh di saetên şevê de, qawîşên xwe dan ber agir û îsyan derxistin. Xizmên girtiyan çawan ku bûyer bihîstin ligel rîska vîrûsa korona (Kovîd-19) jî herikên ber girtîgehê. Şandeya girêdayî Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Êlihê, heya derengiya şevê jî, tiştên hatin jiyîn di cih de lêkolîn kir.   Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Parêzer Devran Yildiz ê ku bûyerên di girtîgehê rû dan di cih de şopandin, diyar kir ku ji ber şewatê girtîgeh di rewşekê ku êdî nayê bi kar anîn deye.     DESTÛRÊ NADIN HEVDÎTINA GIRTIYAN   Yildiz, anî ziman ku piştî derketina îsyanê, li ser daxwaza malbatan çûn ber girtîgehê û wiha axivî: “Me xwest em agahî bigirin û raya giştî agahdar bikin. Lê bi tu awayî agahî nedan me. Ji ber vê yekê me nekarî em tespîtên zelal bigirin. Agahiyên herî rast tenê girtî didin me û destûr nehat dayîn ku em bi girtiyan re hevdîtin bikin. Daxwaza me ya hevdîtinê hat redkirin. Lê em wisan difikirin ku girtiyên ji derveyî qanûna înfazê hatine hiştin, ev îsyan derxistin.”   ‘DIBE KU HATIBIN VEGUHEZTIN’   Yildiz, dest nîşan kir ku heya derengiya şevê jî şewatê dewam dikir û wiha bilêv kir: “Li gorî hin agahiyên me bi dest xistin, birîndarî û mirin çênebûye. Tenê hat gotin ku ji ber şewatê girtîgeh ketiye rewşek wisan ku êdî nayê bikar anîn. Dibe ku girtî veguheztibin Girtîgeha Amedê û Girtîgeha Beşîrî ya çêkirina wê dewam dike. Lê derbarê vê de jî tu agahî tuneye.”   Yildiz, da xuya kirin ku ligel talûkeya vîrûsê jî xizmên girtiyan heya derengiya şeve jî li ber girtîgehê rawestiyan û wiha domand: “Malbatên girtiyan xwestin hevdîtinê bikin. Lê ev daxwaza malbatan jî nehat qebûl kirin. Di demek wisan de agahî nedayîn ne raste û ev nêzîkatî nayê qebûl kirin.”   Yildiz, da zanîn ku divê di qanûna înfazê de pîvana wekheviyê bê bi cih anîn.