Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin 2020-04-05 13:19:26 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, diyar kir ku Tirkiye ji tevahiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî direve û bang li tevahiya civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bîne.   Piştî belavbûna vîrûsa koronayê, Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li tevahiya cîhanê kir ku agirbest îlan bikin. Sekreterê giştî yê NY’yî Antonîo Guterres hişyarî da bû ku li herêmê rewşa nakok wê ji berê aloztir be. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bersiv dabû vê banga NY’yê û diyar kiri bû ew banga NY’yê dilsoz dibinin, lê artêja Tirk û çeteyên hevkarên wê êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.   Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed derbarê mijrê de bang li Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres kir û xwest pêşiya zext û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bêm girtin.   ‘DÊ PÊŞIYA ŞERÊN NÛ VEKE’   Îlham, bal kişand ser bangawaziya agirbestê ya NY’yê û wiha axivî: “Bangawaziya agirbestê baş e, lê agirbest bê vedîtina çareseriyên guncew, wê rê li pêşiya şerên nû veke. Tenê bangawaziyên agirbestê têrê nakin. Bi agirbestê re divê hewldanên vedîtina çareseriyên serkeftî ji tevahiya pirsgirêkên nakok re bên dîtin. "   ‘ENCAMÊN NEBAŞ ÊN ŞERAN’   Îlham destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin bangawaziya navneteweyî û wiha got: “Encamên şerên ku niha li cîhanê rû didin li ser xweza û tebeqeya Ozonê bandorên nebaş dikin. Ev şer mirovan telef dikin. Em hevî dikin ku agirbestek li cîhanê wê rolek di xilasiya xweza û mirovahiyê de bilîze, wê vegerîne jiyana xwezayî û fersendekê bide mirovahiyê da ku li xwe vegere. QSD’ê di vî warî de piştî bangawaziyên NY`yê gavek avêt û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestandina tevahiya operasyonên leşkerî ragihand. Lê dewleta Tirk raneweste û êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta îro berdewam dike. Ruxmî bangawaziyên cîhanê artêşa Tirk a dagirker rojane herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê topbaran dike, bi taybet gundên li ser eniyan. Ji ber wê şêniyên wan gundan neçar dimînin koçber bibin.”   ‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE’   Îlham di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e çeteyên ku Tirkiye wan di êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bikar tîne, bên kontrolkirin. Ew çete ji berpirsiyariyê direvin. Gelo heya kengî wê ev rewş dewam bike? Divê civaka navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bike da ku çarenûsa wan bê zanîn û helwesteke cidî li hember komên ku nayên kontrolkirin bê girtin. Ji ber ku ev çete berpirsên berbelavbûna Sûriyeyê û girêkbûna aloziyê ne."   Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Tirkiye ji tevahiya peyman, lihevkirin û bangawaziyên navneteweyî direve. Em bang li civaka navneteweyî, NY, Yekitiya Ewropa, Amerîka û Rûsya dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku peymanan bi cih bîne.”