Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir 2020-04-05 12:53:13   MÊRDÎN - Li mezra Hedreşkê yê Gundê Kanî Zilê ya girêdayî Navçeya Dêrikê, ji ber 3 salin DEDAŞ têlên ceyranê tamîr nake, welatî Abîd Boz ê 72 salî bi têlan ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.    Li mezra Hedreşkê yê Gundê Kanî Zilê yê navçeya Dêrika Mêrdînê welatiyê 72 salî Abîd Boz bi têla ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da. Boz, piştî bi têlê ve zeliqî anîn nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Boz, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku dema Boz pezê xwe bir çêrê pêl li têla ceyranê ku DEDAŞ 3 salin tamîr nake kiriye û bi têlê ve zeliqî ye. Welatiyan diyar kirin ku têla ceyranê qetiya bû li gel rayedarên DEDAŞ’ê agahdar kirine jî tu detbîr negirtine û ji ber sersariya rayedarên DEDAŞê Boz jiyana xwe ji dest daye.   PIŞTÎ BÛYERÊ TAMÎR KIRIN   Welatî Celalettin Tan, anî ziman ku dîrekê ceyranê şikestibû têl gihiştibûn erdê. Tan, anî ziman ku gelek caran li rayedarên DEDAŞ’ê geriyan û xwestin ku têl û dîrakan tamîr bikin û got: "Lê tevî ku me ew agahdar kirin jî nehatin tamîr nekirin. Piştî welatî bi ceyranê ve zeliqî esker hatin. Piştî fermandarê cendirmeyan li DEDAŞ'ê geriya, rayedar hatin û têl girêdan. Piştî welatî mirin û şûnde hatin têlên ceyranê girê dan.    Pismamê Boz Nezîr Boz jî bertek nişani rayedaran da û wiha got: "3 salin ev têl talûkeyê belav dike. Em li hemû saziyan geriyan. Hemûyan gotin 'Em ê werin' Lê  nehatin. 3 sal derbas bûn. Lê nehatin. Di serê Nîsanê de jî piştî mihên me bi ceyranê ve zeliqîn em dîsa li DEDAŞ’ê geriyan. Dîsa gotin 'Em ê bên' Lê dîsa nehatin. Em ji wan bi gilî ne. Hewce be heta midûrê DEDAŞ'ê ji kar bê avêtin em ê şopdarê vê dozê bin."