Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin 2020-04-05 12:43:04   AMED - 2 xwişk û birayên hev ên dibin xirbeyên mala xwe ya hilweşiyayî de man û jiyana xwe ji dest dan, hatin definkirin.   Li Gundê Bare yê navçeya Çinar a Amedê mala malbata Demîroglû ya ji 10 kesan pêk tê, di saetên şevê de hilweşiya û 8 zarok bi dayîk û bavê xwe ve dibin hilweşandinê de mabûn. Welatiyên gund, 10 ferdên malbatê ji bin xirbeyan derxistibûn û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û ji wir jî sewqî nexweşxaneyên cuda yên Amedê hatibûn kirin.   Du xwişk û birayên hev Guneş Demîroglû ya 14 salî û Dîndar Demîroglû yê 15 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Du xwişk û birayên hev piştî wacîbên olî li goristina gund hatin definkirin.   Li aliye din, ferdên malbatê yên birîndar bibûn, li nexweşxayên cuda hatin dermankirin û ji nexweşxaneyan hatin derxistin.