Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye 2020-04-04 21:49:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Baroya Êlihê, der barê îsyana girtiyan a li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de daxuyanî da. Baroyê, got: "Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin. Di mudaxileyê de kes nemiriye."    Baroya Êlihê li er hesabê xwe yê twîtterê der barê îsyana girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de daxuyanî da.    Baroyê, got: "Serokê Baroya me û rêvebirên baroya me, li avahiya baroyê tim û tim pêwendiyê bi rayedaran re datînin. Li gor agahiyên bi dest ketine, mudaxileyî qawîşan hatiye kirin. Di mudaxileyê de kes nemiriye."