Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir 2020-04-04 21:37:23   KOBANÊ - Li gundê Elpelûrê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Gava Ocalan, nû çûbû Rojhilata Navîn, ewilî li gundê Elpelûr ê Kobaniyê mabû.   Şêniyên gundê Elpelûrê 71'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin.    Îsal ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) rojbûna Ocalan bi awayekî girseyî nehat pîrozkirin. Lê belê li gundê Elpelûrê jinan agir vêxist û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Gelek şêniyên gund tev li pîrozbahiya rojbûna Ocalan bûn.    Gava Ocalan nû çûbû Rojhilata Navîn, cara ewil li gundê Elpelûrê mabû. Şêniyên gund jî piştî pîrozbahiya rojbûnê çûn serdana mala ku Ocalan lê mabû kirin. Li mala ku Ocalan lê mabû wêneyên wî hatin daliqandin.    MA / Nazim DAŞTAN