Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501 2020-04-04 20:28:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Koca, got: "Hejmara testên hatine kirin bi giştî 161.380 ye. Hejmara nexweşên me yên baş bûne pir bûne. Duh hejara kesên baş bûn 486 bû, îro ev hejmar bi giştî bûye 786."    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parvekirin. Koca, got: "Hejmara testên hatine kirin bi giştî 161.380 ye. Hejmara nexweşên me yên baş bûne pir bûne. Duh hejmara kesên baş bûn 486 bû, îro ev hejmar bi giştî bûye 786."    Li gor daneyên îro hatine parvekirin, di 24'ê dawîn de 76 kes mirine, 19 hezar û 664 test hatine kirin û di 3 hezar û 13 kesan de jî vîrûs hatiye tespîtkirin.   Heya niha hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane bûye 501.