Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye 2020-04-04 17:43:35   RIHA - Mehmet Ocalan li gundê xwe yê Amara di bin dorpêça esker û polîsan de 71'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Ew êdî di dilê gelê Rojhilata Navîn û Kurd de ye. Hûn çiqas bixwazin rê li pêş bigirin jî hûn nikarin bi ser bikevin." Li Hesekê, Reqqa, Heleb û gelek navendên din jî 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin û ji bo Ocalan dar hatin çandin.    Îro bi minasebeta 4'ê Nîsanê 71'emîn salvegera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 21 salin li Grava Îmraliyê di Girtîgeha Tîpa F de girtî ye, li gelek navendan pîrozbahî hat li dar xistin û ji bo Ocalan dar çandin. Ocalan li Girtîgehê ku 21 salin girtî ye ket 71'emîn sala xwe. Bi minasebeta Rojbûyîna Ocalan li Gundê Amara yê Xalfetî ku Ocalan lê ji dayik bûye, Hesekê, Heleb, Reqqa û gelek navendên din Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin û dar hatin çandin. Îsal ji ber şewba vîrûsa corona (Covît-19) ku WHO wekî şewba gerdûnî îlankiriye pirozbahî bi girseyî nehatin kirin û gel meşeyiya  Amara. Ji ber vê yekê Mehmet Ocalan û malbata Oclana li hewya xaniyê ku Ocalan lê ji dayik bûye salvegera Rojbûyina Ocalan pîroz kir. Mehmet Ocalan di pîrozbahiyê de anî ziman ku ji ber şewba gerdûnî îsal bi girseyî pîroz nakin û wiha got: "Li gel ku me got em bi girseyî pîroz nakin ji dîsa esker û polîsan dora Amara bi maşînê zirxî pêça ye. Amara di bin dorpêça esker û polîsan de ye. Ji Xalfetî heta Goganê û heta Amare her der esker û polîs e. Hemû rê hatine girtin. Dorpêç heta ber deriyê malê hatiye. Li ser girên Amada esker kon vedane û nobetê digirin.    HÛN NIKARIN BI SER BIKEVIN   Mehmet Ocalan li mala ku Ocalan lê ji dayik bûye daxuyanî da û wiha got: "Amara 3 rojin di bin dorpêçê de ye. Ev dorpêç û geşedanên di sedsala 21’an de pêk tên ne li gorî aqil û mantiqê ye. Niha Gundê Amara 3 roj û 3 şeve in xistine dorpêçê. Li nêzî 10-20 cihan kon vedane û nobetê digirin. Pir zêde esker û polîs bi cih kirine. Ev ne rast e. Heta ber deriyê malê hatine û nobetê digirin. Gundî nikarin derkevin hewşên xwe. Em hebûn û rojbûna Serok li hemû gelê Kurd pîroz dikin. Serok di dilê gelê Kurd û hemû Rojhilata Navin de cih girtiye. Hûn çiqas astengiyan derxin hûn nikarin Serok ji dilê Gelê Kurd û Rojhilata Navin derxin. Hûn çi bikin bikin, hûn nikarin bi ser bikevin. Rojbûna Ocalan li hemû gelê Kurd pîroz be."      GELÊ KURD QÎMETÊ DIDÊ   Xwarziyê Ocalan Alî Ocalan jî 71’emîn Rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: "Amara 3 rojin di bin dorpêçê de ye û gundî nikarin ji malên xwe derkevin. Welatî ji ber vê dorpêça eskeran ne aram in. Ez li heman gundî me. Heta ez ji mala xwe têm mala xalê xwe Mehmet Ocalan ez 3-4 caran di kontrola eskeran re derbas dibim. Ji be pirsa 'Hûn çima hatin vir?' dikin. Em wate nadin ku çima ew qas esker û polîs li vir bi cih kirine. Welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Her ji nîv saetê carekê maşîneyên eskerî li nava gund digerin. Lê çiqas astengiyan derxin jî gelê Kurd dê dîsa Roja Robûna Serok pîroz bikin. Êdî her kes Serok qebûl dikin. Di dilê her kesî de hezkirina Serok heye. Hûn bixwazin jî nexwazin jî gel dê Rojbûna Serokê xwe pîroz bike. Niha em li malê 4 kes in. Destûr nedan kes bên vir. Em Rojbûna Serokê xwe piroz dikin."    REQQA    Di 4`ê Nîsanê de her sal pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ked û têkoşîna wî di oxira aşatiyê û azadiya gelên bindest de, rojbûna Ocalan pîroz dike. Bi vê boneyê Desteya Hawîrdorê û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê 600 dar li bajêr çand. Li parka El-Reşîd, kolana sereke ya li başûrê yarîgehê, kolana dêrê, parka dibistana Cewad Enzûr, parka El-Bistan, parka El-Bica û parka El-Mirûriyê gelek cureyên daran hatin çandin. Yek ji çavdêriyê hemleyê yê Komîteya Hawîrdor û Parkan Mihemed El-Elî, ji ANHA`yê re wiha got: "Bi boneya salvegera rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ji duh ve me dest bi çandina gelek cureyên daran kiriye."   Mihemed El-Elî destnîşan kir ku dar çandin tiştê herî kêm e diyarî Rêber Ocalan bikin ku ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn dike.     HESEKÊ   Bi heman armancê Meclîsa Wargeha Waşokanî li wargehê dar çandin. Hevseroka Meclîsa Wargeha Waşokanî Macda Emîn axivî. Macda, di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Em dixwazin 4’ê Nîsanê Roja azadiyê pîroz bikin, bi minasebeta vê rojê 10 dar me li kampê çandin. Ev roj ji bo me jinan girîng e. Tu şoreş ji bo azadiya jinê tevnegeriya ne. Lê  Rêber Apo dîroka Kurdan bi pênûsa jina azad nivsand. Roja 4’ê Nîsanê cejna hemû jin û gelên azadîxwaz e ."   HELEB    Bi boneya 4’ê Nîsanê 71 dar li Goristana Şehîdan a Helebê hatin çandin. Bi însiyatîfa Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê 71 dar li Goristana Şehîdên berxwdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li herêma Şiqeyêf hatin çandin. Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û bi însiyatîfa Kongreya Star li goristana şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku li herêma Şiqeyêf a bajarê Heleba Sûriyê ye, 71 dar hatin çandin. Di demeke ku qedexeya derketina derve berdewam e, endamên saziyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî çandina daran bûn.  Tê zanîn ku salên derbasbûyî tevaya gelên herêmê ev bone pîroz dikir lê îsal ji ber rewşa qedexeyê kombûn çênebû tenê bi çandina daran hat pîrozkirin.   Beşdaran dema dar çandin sloganên"Bijî Rêber Apo" berz kirin.   Endama rêveberiya Kongreya Star Hêvîn Suleyman rojabûna Rêber Ocalan li hemû gelan pîroz kir û got: "Rojbûna rêbertî rojbûna gelên blindest, bi taybet gelê Kurd e." Hêvîn destnîşan kir ku  ji ber xweparastina ji Koronavîrusê qedexe berdewam e nekarî wekî salên berê vê rojê pîroz bikin.