Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî 2020-04-04 16:42:47   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatımogullari, ji ber ku di van rojên şewba vîrusê zêde dibe û banga "Ji malên xwe dernekevin" tê kirin tundiya mêr a li ser jinê zêde bûye, pirsname da meclîsê û xwest Wezîra Xizmetên civakî, Malbat û Xebatê bibersivîne.    Piştî vîrûsa corona (Covît-19) li Tirkiyeyê jî belav bû, rayedarên hikûmetê banga "Ji malên xwe dernekevin" dike. Bi ketina malê re tundiya mêr a li ser jinê zêde bû. Ji ber tundiya li dijî jinê zêde dibe, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatımogullari, pirsname da meclîsê û xwest Wezîra Xizmetên civakî, Malbat û Xebatê Zehra Zumrut Selçuk bibersivîne. Parlamentera HDP'ê  Tulay Hatımogullarî ev pirs ji Wezîr pirsîn: "Di meha Adarê de 18 jin li malên xwe hatin kuştin. Bi giştî 29 jin hatin kuştin. Li gorî vê yekê:    "* Wezaretawe dê li dijî tundiya li ser jinê koordinasyona krîzê ava bike ya na?    * Ji bo qereqol, ŞONİM, edliye, baroyên hiqûqê û adliye û yekîneyên din bi hevre kar bikin dê li her bajar û navçeyan koordinasyona qeyranê bê avakirin ya na?    * Dê li stargeh û cihê parastinê kapasite bê zêdekirin ya na?    * Ji bo xeta lezgîn ya Alo 183, tenê ji bo jinan dê  wezareta we piştgiriyê bide ku di milê tundiya li dijî jinan de jinên pispor xebatê bikin.    * ŞONİM ji bo xizmeta civaki, derûnî û hiqûqîdê 7/24'an xizmetê bide ya na?    * Jinên rastî tundiya mêr tên dê çawa û bi kjan rêbazê bêne parastin?    * Ji bo polîs hekim, dozger, pisporê xizmeta civakî karibin çawa alîkariyê bidin, hatine agahdarkirin û zanekirin ya na?    * Ji bo piştgiriya aborî ya jinan tu xebatên fonê ya wezaretê heye ya na?    * Ji ber vîrûsa corona tundiya liser jinê zêde bûye. Ji bo rê li pêş tundiyê bigirin, li gorî qanûna tedbîrê ya hêjmar 6284'an û Peymana Îstanbul  çalak têxin meriyetê ya na?"