ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin 2020-04-04 16:22:45   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê destnîşan kir ku tê xwestin kujerên Tahîr Elçî bi cezayên kêm werin cezakirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî îdianameya cînayeta Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Amedê yê berê ku li Sûrê hat kuştin, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Şaxa ÎHD’ê destnîşan kir ku îdianameya derbarê kuştina Elçî de ji aliyê meqamên darazê ve hatiye amadekirin bi armanca ku kujer bêceza bimînin û dosye wisa bi encam bibe tevdigerin. ÎHD’ê diyar kir ku tê xwestin kujerên Tahîr Elçî bi cezayên kêm werin cezakirin.