MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir 2020-04-04 16:18:21   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê, li Parka Xwendinê ya Qamişlo, ragihand ku Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê ava kiriye.    Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo, civîna çapemeniyê li dar xist. Bi beşdariya hevseroka MSD’ê Emîne Umer, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, endamên Meclisa Serokatiyê û hin endamên dezgehên çapemeniyê li dar xist. Di civînê de avakirina Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê hat ragihandin. Erka vê komîteyê, lêgerîna li ser rewşa tevahî girtî û revandiyên li gel hemû aliyên li Sûriyê ye. Li gorî MSD’ê ev civîn li ser daxwaza NY’yê ya serbestberdana girtiyan der heqê metirsiya li ser jiyana wan li gel berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) û geşkirina agirbestê, pêk hat.   Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed daxuyanî xwend. Emed, diyar kir ku dem hat bêdengî bê şikandin û wiha got: "Kêliya rastî û pêkanîna berpirsyarî ji bo girtî, revandî û nediyarên bizorê dest pê bike. Di demekê de ku nîvî sûriyan di navbera koçber û penaberiyê de ne, bi sed hezaran jî qurbanî û winda ne û tevahî cîhan bê deng e. Tê xwestin ku ji însiyatîf, xebateke cidî û helwesteke berpirsyar bê girtin da ku azarên siyasî, mirovî, civakî û aborî bi dawî bikin. Her wiha çi çareyeke siyasî pêk were dê li gorî baweriyê be di serî de jî serbestberdana tevahî girtî û revandiyan û eşkerekirina çarenûsa windahiyan û darizandina kesên sûcên şer û terorê kirin be."    Ehmed, da zanîn ku destpêkirina vê dosyayê, destpêkirina rêya bidawîkirina azarên gelê Sûriyê û pêkanîna daxwazên azadî, demokrasî û edaletê ye û rawestandina herikîna xwîn û êşê ye. Ehmed, anî ziman ku girtiyên li navendên girtîgehan di gelek kiryarên heqaretê re derbas dibin û wiha got: "Mafên mirovan bi rêya îşkence, birçîkirin û paşguhkirina bimebest a tenduristiya wan ku hin caran dibe sedema jidestdana jiyanê, tên binpêkirin. Ne pêkan e tu kes kiryarên revandin û girtinê paşguh bike. Em wek MSD tevahî binpêkirinên li dijî mafên sûriyan hatine kirin, çi alî dibe bila bibe, şermezar dikin, her wiha bal dikişînin ser ku li gel tevahî sûriyan hêvî û pêşeroj winda kirine, rêyên rizgariyê hatine girtin û di lêgerîna stratejiyeke guncaw ji tevahî sûriyan re da ku bi ewle û demokratî bijîn, zehmetiyan dikêşin."    Îlham Ehmed, bang kir û got: "Em weke Meclisa Sûriya Demokratîk û di demekê de ku em bang li aliyên li ser xaka Sûriyê bi nakok in, dikin ku li gorî qanûnên navdewletî û hemû hevpeymanên navneteweyî tev bigerin, em van aliyên berpirsyarên selametiya cesedî û derûnî ya dîlgirtiyan dibînin, her wiha banga serbestberdana hemû girtî û kesên revandî dikin ku çarenûsa kesên winda diyar bikin, li milekî din rê bidin komîteya navneteweyî ya Xaça Sor ku bigihêje navendên girtiyan û hemû dadgehên awarte wekî dadgeha meydanî, dadgehkirina terorîstan û desteyên yasayî betal bikin."   Meclisa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê dosa girtiyan û kesên windayî û kesên bi darê zorê wekî dosta mirovî bi nav kir û da zanîn ku nabe ev dosya were şantajkiirn an jî wekî hevpeymanekê were bikaranîn.   Meclisa Sûriya Demokratîk li gorî rêgeha siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ji xwe re esas digire û ev yek jî dê tenê bi beşdariya hemû hêzên siyasî, civakî û sivîl pêk were, berî her tiştî dosyaya girtiyan e ji ber vê yekê Meclisa Sûriya Demokratîk hemû derfetên xwe yên li ser asta hemû qadên kar dixe xizmeta serbestberdana hemû girtî û kesên revandî, li gel vê yekê dixe xizmeta kifşkirina çarenûsa kesên winda.   MSD`ê kifş kir ku wan tîma xebatê ku ji malbatên girtiyan û kesên revandî, pisporên qanûnan û çalakgerên civaka sivîlan pêk tê ava kir, da ku bi hevkariya desteyan, rêxistin, saziyên herêmê û cîhanî detayên taybet bi dosya girtiyan diyar bikin û planên têkildarî hêvî û xwestekên sûriyan di edalet û hesabxwestinê de deynin."   Endamên tîma kar ev in:   Parêzer Mecdolîn Hesen, Parêzer Luqman Ayana, Parêzer Îsa Îbrahîm, Parêzer Muntesir Taha, Fedwa Mehmûd, Eyhem Seqir, Gabriyêl Mistefa, Egîd Ferhan Îbrahîm.    Îlham Ehmed, pirsa nûçegîhanên ANHA bersivand û diyar kir ku der barê dosyaya girtiyan û kesên revandî de ew ê dan û standinê bi rêxistinên mirovî û mafnas re bikin.