KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê 2020-04-04 15:58:33   AMED – KCD’ê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û xwest ku tecrîd bê terikandin û demildest hevdîtina malbat û parêzran a bi Ocalan re pêk bê.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî 72’emîn roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li aliyekî li dijî vîrûsa koronayê têkoşÎn tê dayîn û ji aliyekî ve jî politîkayên tundî, zilm û tunehesibandinê be navbera didomin.   ‘EM ROJBÛNA OCALAN PÎROZ DİKİN’   Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Ocalan hat bibîrxistin ku û têkildarî mijarê ev tişt hat gotin: “Tecrîda li Îmraliyê bi hevkariya dewlet û sermiyanê tê meşandin. Yek ji dozgerên faşîst ê Îtalyayê, ji bo feylesofê siyasetê û siyasetmedar Antonîo Gramscî gotibû ku divê ev mêjî 20 sal bê sekinandin û bi salan Gramscî hatibû tecrîdkirin. Îro heman tecrîd hê bêtir hatiye pergalkirin û li ser Ocalan tê meşandin. Brêz Olacan, di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundekî Rihayê weke zarokekî malbateke xîzan hatiye dinyayê. Roja 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Brêz Ocalan e, di nav gelê me de weke xerakirina gelek jêberkirinan tê hesibandin. Em jî bi vê wesîleyê rojbûna Brêz Ocalan pîroz dikin û jê re emrekî bi tendurist dixwazin.”   ‘JI PIRSGIRÊKAN RE ÇARESERIÎ GERIYA’   Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan ji roja ku bûye ve ji bo mirovahiyê nirxandinan kiriye, dîroka serdest a zilam lêpirsîn kiriye û ji bo ast û cihê jinê yê di civakê de, rêberiyê ji guhertinên şoreşgerî re kiriye û ji bo ku ji pirsgirêkên gelê kurd rejî bibe bersiv, bi sekneke siyasî, sincî û entelektuelî jiyana xwe domandiye.   TECRÎDA 22 SAL IN DIDOME   Di dawiya daxuyaniyê de jî hat destnîşankirin ku Ocalan li gel ku 22 sal e li Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê tê tecrîdkirin jî sekna xwe tavîz nedane û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev bang hat kirin: “Em di van rojên ku vîrûsa koronayê gef li hemû Cîhanê dixwe de bang li desthilatê dikin ku demildest terka tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye bike û hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bîne. Ji bo rakirina tecrîdê jî em ji hemû rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk daxwaz dikin ku hestiyar bin.”