Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin 2020-04-04 15:46:10   ŞEHBA - Rêxistinên sivîl li Şehbayê bi minasebeta 4'ê Nîsanê 71'emîn salvegera Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li kantona Şehbayê dar çandin.   Kurd her sal îro (4’ê Nîsanê) li gelek navendan bi boneya salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daran diçînin. Bi vê boneyê li herêma Efrînê saziyên sivîl 174 dar çandin. Şaredariya Gel a herêma Efrînê li qada Şaredariya Til Sosîn a girêdayî navçeya Ehdas 50 darên cur bi cur jê jî darên zeytûnê bi beşdariya endamên şaredariyê, çandin. Li navçeya Ehresê jî Meclisa Malbatên Şehîdan 17 darên sîwan û zeytûnê li Gotistana Şehîdên Serdemê bi beşdariya endam û rêveberên meclisê, çandin. Li kampa Berxwedanê jî şaredarî û meclisa kampê bi însiyatîfa xwe 50 darên sîwanê li qada kampa Berxwdanê bi boneya salvegera rojbûna rêber Abdullah Ocalan çandin. Endamên Desteya Çandiniyê ya herêma Efrînê 30 darên Sîwan û xemlê li pêş navenda Desteya Çandiniyê dar çandin. Di dema çandina daran de, rêveberên saziyan axivîn û rojbûna Rêber Ocalan li hemû pêkhateyên herêmê û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.   Axaftvanan diyar kirin ku jidayîkbûna Rêvber Abdullah Ocalan, ji dayîkbûna gelên azadîxwaz û jiyana hevbeş e. Nûneran, destnîşan kirin ku Tirikye û çeteyên girêdayî wê li Efrînê daran dibirin, lê belê ew li kantona Şehbayê daran diçînin da ku tekez bikin ku bi erd û çanda xwe ve girêdayî ne.