HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest 2020-04-04 12:23:24   STENBOL  - HDK’ê ji bo endama Grup Yorûmê Hêlîn Bolek a 288 rojan di rojiya mirinê de ma û duh jiyana xwe ji dest daxuyanî da sersaxî xwest û bang li hikûmetê kir ku daxwazên wan qebûl bike.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo endama Grup Yorûm Hêlîn Bolek a 288 rojan di rojiya mirinê de ma û duh jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek nivîskî weşand. HDK’ê diyar kir ku Hêlîn Bolek û rêhevalê wê Îbrahîm Gokçek ji bo ku zextên li ser Grûp Yorûm bi dawî bibin, endamên wan ên girtî bên berdan, biryarên girtinê yên derbarê endamên wan de û qedexeyên li ser konserên wan bên rakirin, ketibûn greva birçîbûnê. HDK’ê dest nîşan kir ku pir aşkereye, sedama gireva birçîbûnê, çalakiya rojiya mirinê û tundiya li ser Hêlîn Bolek desthilatdariya AKP-MHP’ê û polîtîkayên ne naskirina mafên mirovan e.    ‘BÊYÎ KU DERENG BIKE DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN’   HDK’ê di dewam daxuyaniya xwe de wiha got: “Desthilatdariya siyasî weke ku pirsgirêk tuneye nêz dibe. Ji ber vê yeke çalakiya berxwedêr û Bolek bi mirinê bi encam bû. Nêzîkatiya hikumeta AKP’ê ya li hemberî Bolek teşhir bûye. Bêyî ku derengtir bikeve, divê desthilatdariya siyasî sekna xwe  ya heyî derk bike û bi awayekê cîdî û zanebûn nêzî pirsgirêkên mirovî û siyasî bibe. Berevajî wê bibe sedem ku mirin zêdetir bibin. Desthilatdariya siyasî beyî ku dereng bike, divê daxwazên mirovî û bi maf ên berxwedêran bi cih bîne. Em weke HDK’ê, bi şehadeta Hêlîn Bolek pir xemgîn bûn. Em sersaxiyê ji malbat, heskeriyên Bolek û Grûp Yorûmê re dixwazin.”