Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye 2020-04-04 12:06:33   ŞIRNEX – Parlamenterê HPD’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz guhertina yasaya înfazê nirxand û got: “Nedaxilkirina girtiyên siyasî, hewldana kuştina girtiyan e.”    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê parêzer Huseyîn Kaçmaz bertek nîşanî guhertina yasaya înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî wê nehatin kirin û li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hat qebûlkirin da. Kaçmaz destnîşan kir ku îqtîdara AKP’ê bi amadekirina pakêta darazê re dijminatiya xwe ya li dijî kurdan û muxalîfan bi lez û bez didomîne û wiha got: “Ne vîrûsa koronayê qiyamet rabe û dinya xera bibe AKP wê dijminatiya xwe ya li hember kurdan bidomîne û tavîz nade dijminatiya xwe. Koronayê hemû dinyayê aniye asta mirinê, li hemû welatan tevdîrên awarte hatine girtin lê îqtîdara AKP’ê girtiyên siyasî terkî mirinê dike. Di warê hiqûqî de navê vê yekê hewldana kuştina girtiyan e. Ji ber vê şewba giran yek ji cihên herî bi rîsk jî girtîgeh in. AKP bi awayek bêwîjdan û bêhiqûqî nêzî girtiyên siyasî dibe, lê ev li dijî her cûre yasa û peymanan e. Lê em ê destûr nedin AKP’ê girtiyan di hundir de bihêle. Di yasaya înfazê de jî wekhevî mafê herî sereke û bingehîn e. Pêwîste hemû girtî demildest werin berdan.”