Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin 2020-04-04 12:01:03   ENQERE -  Parêta darazê ya Zagona Înfazê ku ji aliyê îqtîdara AKP-MHP'ê ve hat amadekirin û ji 70 xalan pêk dihat, ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Di guhertina zagonê de girtiyên siyasî li dervê zagonê hatin hiştin.   Qanûna Înfazê ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hat amadekirin û pêşkêşî meclîsê kirin, ji aliyê Komîsyona  Edaletê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Zagona Înfazê ku ji 70 xalan pêk tê, piştî niqaşên 18 saetan a li meclîsê, hat qebûlkirin. Bi vê guheritnê tê payîn ku 90 hezar girtî serbest bêne berdan. Lê girtiyên siyasî ji vî mafê berdanê bêpar hatin hiştin. Bi vê zagonê erka Hekîmê Înfazê zêde kirin. Li gorî daxwazê dê di zagona Hekîmtiya Înfazê de guhertin bikin û erka wan bê zêdekirin. Piştî biryara Hekîmê înfazê dê kesê gilî kiriye ango dozger karibe heta hefteyekî îtîraz bike. Ceza dê qatek din bê zêdekirin. Hikûmxwarê ku cezayê wî hatiye taloqkirin an jî bi şertê kontrol hatiye berdan, dê ji mafê xwe yê qeyûm bêpar neyê hiştin. Ger ku li dijî kesê nikaribe xwe biparêze bi zanebûn birîn kiribe û sûc kiribe, dê ceza nîv qat zêde bibe. Ger ku bi hîsa hovîtî suc kiribe jî dê ceza duqat zêde bibe. Lê ku bi zanebûn kuştibe û miribe dê di navbera 12 sal û 18 salan de bê cezakirin.   Ger ku girtî ji ber nexweşiyê nikaribe bi serê xwe bijî, an jî girtî zêdeyî 6 mehan ducanî be, dê bi şertê kontrol karibe bê berdan.   Kesên rastî cezayê 10 salan an jî zêdeyî cezayê 10 salan hatibin û sûcên terorê, avakirina rêxistinê, rêveber û endamtiya rêxistinê kiribûn, kuştina bi zanebûn, sûcê li dijî destnedayîna zayendî, bazirganiya tiryakê, dê biryarên îdarî û saziya çavdêriyê piştî erêkirina biryara Hekîmê înfazê bê sepandin.