Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin 2020-04-04 11:46:37 EDENE - Belavkarê rojnameyê Metîn Alataş, berî 10 salan bi wesayîteke plakeya vekirî ji aliyê 5 kesan ve hat revandin, rastî îşkenceyê hat, lêpirsîna hatibû vekirin hat girtin û piştî 3 mehan bi dara portaqalê ve daliqandî hat dîtin. Dayika Alataş Hatûn Alataş, got; “Kurê min întîhar nekir, dewletê ew kuşt.”  10 sala bi ser mirina xebatkarê Buroya Edenê ya Rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hat girtin Metîn Alataş ê 34 salî re derbas bûn.  Alataş, di dema xebatê de her tim rastî zextan hat û di dema zextên li ser wî zêde bûn de, di 4’ê Nîsana 2010’an de li Taxa Hadirli ya navçeya Seyhan a Edenê, di baxçeyekê porteqalan de daliqandî hat dîtin.    Ligel ku 10 sal bi ser mirina Alataş re derbas bûn jî, hîna jî faîl û faîlên wî nehatine dîtin. Dosyeya lêprisînê ya bi îdîaya “întîharê” derbarê mirina Alataş de hatibû vekirin jî hat girtin. Bi vî awayî dosyeya Alataş weke hemû dosyeyên kiryar nediyar hat girtin. Alataş her sal li ser gora xwe dihat bîranîn, lê îsal ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) wê kes nekara biçe ser gora wî.    'POLÎSAN KUŞT’   Dayika Alataş Hatûn Alataş, bi boneya roja kuştina kurê xwe axivî û wiha got: “Kurê min di sala 2005’an de kevneşopiya çapemeniya azad nas kir. Li Edenê dest bi belavkirina Rojnameya Azadiya Welat kir. Kurê min ji aliyê hemû kesan ve dihat heskirin û kesek welatparêz bû. Kurê min xwe fedayî têkoşîn û karê xwe kir. Her tim rastî gef û zextên polîsan dihat. Dosyeya kurê min weke dosyeya ‘întîharê’ girtin. Kurê min ne kesek wisan bû ku întîhar bike. Derûniya wî baş bû. Dijminekê me tune bû. Em wisan ferz bikin ku întihar kiriye. Ez û kurên min ên din wê rojê ne li malê bûn. Wê demê dê li malê întîhar bikira. Gelo wê çima biçûyea di baxçeyê portakalan de întihar bikira? Polîsên ku ew tim dişopandin û gef lê dixwarin kurê min kuştin.”   FAÎLÊN ROJNAMEGERAN NEHAT DÎTIN   Dayik Alataş, anî ziman ku berî kurê wê bê kuştin 3 mehan li ber avahiya Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) ya Edenê bi zorê hat revandin û wiha got: “Kurê min wê demê bi zorê revandin û îşkence kirin. Dûre bi navbeynkariya parêzer li dozgeriyê gilî kir. Lê lêpirsîn hat betalkirin. Piştî vê bûyerê min ji kurê xwe re got ‘navber bide rojnameyê.’ Kurê min ji min pirsa ‘Dayê tu çi dibêjî?’ kir û got, ‘Ez navber nadim. Ez ne ji mirinê û ne jî ji girtinê ditirsim. Ez destûr nadim tu kesî ku bejin Metîn tirsiya û navber daye. Ez xebata xwe dewam bikim. Ne zext, ne îşkence, ne girtîgeh û ne jî mirin me natirsînin.’ Çawan ku faîlên Mûsa Anter û Kadrî Bagdu nehatin dîtin, faîlên kurê min jî nehatin dîtin. Kî çi bêje bila bêje, kurê min întîhar  nekir, hat kuştin. Dewletê ew kuşt. Heya ku ez bimirim jî ezê vê rastiyê bêjim.”   FAÎL NEHATIN DÎTIN    Parêzerê malbata Alataş Şîar Rîşvanoglû jî, diyar kir ku ev 10 salan faîlên Alataş nehatin dîtin û wiha  got: “Piştî Alataş jiyan xwe ji dest da, rayedarên sozgeriyê, ne li malbata Alataş ji çapxaneya ku rojname lê dihat çapkirin geriyan. Ger dozger lêpirsînek bi bandor bi rêve bibira, wê faîl an jî faîlên Alataş derbiketina holê û bi hatan darizandin.”    MA / Hamdullah Kesen