Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin 2020-04-04 10:46:03   STENBOL – Parêzer Firat Epozdemîr diyar kir ku mafê jiyanê mafê herî bingehîne û bêyî girtî bikevin rîskek mezin divê bêyî ev guhertina yasayê were axaftin girtî demildest werin berdan.    Parêzer Firat Epozdemîr guhertina yasaya înfazê ya di rojevê de ye ji ajansa me re nirxand. Epozdemîr da zanîn ku birpêkûpêkkirina guhertina yasayê li ser zextên raya giştî pêk hatiye û got ji bo AKP’ê di hilbijartina xwecihî de tişta dixwest bi dest nexist vê guhertinê pêk neanî.    Epozdemîr destnîşan kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê li girtîgehan bi awayek tê xwestin tevdîr nehatine girtin û piştî li ser raya giştî zext zêde pêk hatin ev pêşnûme dîsa bû rojev û êdî AKP nikare vê rewşê pişt guh bike û ji ber piştguh nekir ev rewş derket holê.    ‘DIVÊ HER KES SÛDÊ WERBIGIRE’    Epozdemîr anî ziman ku di pêşnûmeya tê guhertin de hin sûc daxil nekirine û got: “Niha em nîqaşa kesên tiryakê difiroşin û însanan kuştine tên berdan û girtiyên siyasî nayên berdan bikin terzek rast a nêzîkatiyê nîne. Ez bi xwe zêde tevlî vê nîqaşê nabim. Ez vê yekê rast nabînim. Heke em jî vê nîqaşê bikin wê demê rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn ku em diparêzin li holê namîne û em ê jî vê rêgezê binpê bikin. Em dibêjin bêyî ku tu cudakarî were kirin sûcê wan çi dibe bila bibe divê her kes daxilî vê guhertinê were kirin. Heke îro tenê guhertinek yasaya tenê ji bo siyasiyan derkeve jî ez ê li dijî wê derkevim. Tenê berdana siyasiyan jî ne dirûst e. Ji ber vê yekê sûc çi dibe bila bibe divê her kes ji guhertina yasayê sûd werbigire.”    BIRYARA AYM’Ê    Epozdemîr anî ziman ku heke hin sûc daxilî vê guhertina yasayê neyên kirin ew û miwekîlên xwe dikarin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin û dê AYM li ser esasê “rêgeza wekheviyê” û “rêgeza dewleta hiqûqê” vê guhertinê li dijî yasayan bibîne û AYM dê biryara betalkirinê bide.   ‘MAFÊ JIYANÊ DIVÊ NEXIN RÎSKÊ’    Epozdemîr diyar kir ku mafê jiyanê mafê herî sereke yê bingehîne û wiha got: “Em binpêkirina mafê jiyanê deynin aliyekî, divê ku bi qasî serê derziyê jî nekeve bin rîskê. Di van rojên şewba koronayê de ku li tevahiya cîhanê belav bûye bêyî guhertina yasayê divê hemû girtîgeh demildest werin valakirin. Divê îqtîdar demildest ji bo girtîgehan tevdîrên berfireh bigire. Heke şewb li girtîgehan belav bibe wê bibe sedema mirina bi hezaran însanan.”    MA / Nacî Kaya