Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe 2020-04-04 10:45:27   WAN - Li perav û qiraxên Gola Wanê ji ber çopa kom bûye, mirov nikare nêzî ava golê bibe. Ji bo paqijkirina delav û peravên avê tu sazî û şaredarî nakevin nava hewldanê. Li aliyê din bêdengiya li dijî vê qirêjiyê jî balê dikişîne ser xwe.    Li perav û delavê Gola Wanê ya nêzî Îskeleya Navçeya Tûşbayê, çop û qirêjiya ku bûye kom bala mirovan dikişîne ser xwe. Di vê pêvajoya  ku li dijî vîrûsa corona (Kovid-19) bana paqijî, steril û dezenfektekirinê tê kirin de, dîmenê qirêjiya tenişta Gola Wanê balê dikişîne ser xwe. Ev çop û qirêjiya li perava Gola Wanê kom bûne, bêtir xizmeta şewbê dike ku şewb belav bibe. Li gel vê qirêjiya li dora Gola Wane kom bûye, kesên ku diçin tenişta Gola Wanê li hemberî vê dîmenê bê bertek dimînin û wekî tiştekî asayî nêzîk dibin. Ev bêdengî û razîbûna mirovan a li hemberî vê dîmenê bêtir bala mirovan dikişîne ser xwe.    Di nava vê çopa ku kom bûye de şimik, pêlîstokên zarokan, teker, şûşê avê û gelek aval û amûrên malan kom bûye û bêhna genî belav dike.    Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEVDER) Alî Kalçik, diyar kir ku eger der û dorê Gola  Wanê neyê paqijkirin dê nexweşiyên din bi xwe re bîne û dê ava golê bimiçiqe. Kalçik, anî ziman ku di her saniyeyekê de Hezar û 800 litre ava kanalizasyonê dikeve nava golê û saet bi saet ava Gola Wanê qirêj dibe.    Kalçik, diyar kir ku Gola Wanê yadi hemû ziniyên xwezayê ne û xwest rayedar li diji vê qirêjiyê tedbîran bigirin. Kalçik, destnîşan kir ku qeyûm tenê meaeşê xwe distîne û xizmeta civakê nake û wiha got: "Li vir pirsgirêka esasî hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî yên girêdayî wê erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin."    MA / Bariş Donmez - Mesut Bagci