Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest 2017-12-20 13:10:47 STENBOL – Di doza TIR’ên MÎT’ê de dozger bi sûcdariya “Ne endamê rêxistinê ne, alîkarî dane rêxistinê” ji Wekîlê CHP’ê Enîs Berberoglu, rojnameger Can Dundar û Erdem Gul re heta 15 salan ceza xwest.  Doza TIR’ên MÎT’ê ya der barê Rojnameya Aydinlik, rojnameger Can Dundar û Erdem Gul û Wekîlê CHP’ê Enîs Berberoglu yê girtî ku bi îdiaya “Alîkariya FETO kirine” hatibû destpêkirin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin. Li ser îtiraza parêzerên Berberoglu doza xebatkarên Rojnameya Aydinlikê Îlker Yucel û Cehhun Bozkurt hat veqetandin.    Dozgerê Komarê ku di danişînê de mutala xwe aşkere kir, der barê Can Dundar, Erdem Gul û Enîs Berberoglu de bi sûcdariya “Ne endamê rêxistinê ne, alîkarî dane rêxistinê” heta 15 salan ceza xwest.