Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin 2020-04-04 10:03:50   ENQERE – Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku ew di serdemek dijwar da derbas dibin û gotin xebatkarên dayik ên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin, tevî vî halî zarokên xwe dimêjînin. Kedkaran got tevdîr nehatine girtin û testên xebatkaran jî nehatine kirin.    Kedkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên cuda yên Enqereyê dixebitin di vê serdema vîrûsa koronayê de têkildarî pirsgirêkên ew rû bi rû dimînin re ji ajansa me re axivîn. Xebatkarên tenduristiyê ji ber parastina xwe û karê xwe nexwestin navê xwe bidin.    TESTA XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ NEHAT KIRIN    Xebatkarên diyar kir ku xebatkarên nexweşînên kronîk bi wan re heye jî nikarin destûr bigirin û tên xebitandin. Xebatkaran anî ziman ku ji roja weqaya ewil derket jî perwerdehiya bo tevdîran negirtine û piştî mesele cidî bû her kesekî ji bo parastinê ji xwe re şîroveyek kir. Xebatkaran da zanîn ku kelûpel gelek kêm in û ev pirsgirêkek mezin e. Xebatkaran da zanîn ku ji reqamên fermî zêdetir xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne û tevî ku gelek xebatkar teşhîsa wan a koranayê hat kirin jî di nava xebatkaran de hatin xebitandin û ew şandin malê. Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku testa gelek xebatkarên tenduristiyê nekirine û hêj çend roj bere di têketina nexweşxaneyê de sicirandina laşê wan pîvan e.    HEJMARA HEMŞÎREYAN KÊM E    Xebatkaran destnîşan kir ku hejmara hemşîreyan gelek kêm e û hêj tengasiya organîzekirina xebatê heye. Xebatkaran got her çiqas rayedar bêjin ew xwedî standartên herî yên cîhanê ne jî lê her tişt kêm e.    KANTÎN GIRTÎ NE    Xebatkaran da zanîn ku li nexweşaneyan pergalek hêj birêkûpêk çênekirine û yek ji pirsgirêka mezin a xebatkaran ew e ku tengasiya pergala xwarin û vexwarinê yanî xwedîkirina xebatkaran nedane rûniştandin û kantînên nexweşxaneyan ji ber girtî ne neçar in avê ji malê bînin nexweşxaneyan.    TEVDÎR DERENG HATINE GIRTIN    Xebatkaran destnîşan kir ku tevdîr pirr dereng hatine girtin û gelek xebatkar jî bi tevdîr tevnagere. Xebatkaran anî ziman ku gelek xebatkar xwe nagihînin kelûpelên takekesî yên parastinê û heke were temîn kirin jî beramberî îmzeyê tê temînkirin. Xebatkaran diyar kir ku ew di refa pêş de li dijî şewbê têdikoşin lê ji bo ew dikaribin kesan sax bikin divê beriya her tiştî ew bijîn.    TEST NAYÊN KIRIN    Xebatkaran anî ziman ku kesên testa wan negatîf jî derkeve dişînin beşên lezgîn nav nexweşên giran û ev nexweşên negatîf di nav nexweşên îhtîmal heye testa wan pozitîf derkeve de dimînin. Xebatkaran got li hin nexweşxaneyan tenê maskeya cerahî heye û ev maske jî bêtir ji bo nexweşan e û wan napêreze ji ber vê yekê jî xebatkar di bin rîskek mezin de ne.    DAYIKÊN JI BO MÊJANDINÊ LI DESTÛRÊ BÛN JÎ NIHA DIÇIN KAR    Hin xebatkaran destnîşan kir ku testa wan û hevalên wan hêj nekirine û di warê derûnî de ew ne baş in û metirsin ku bi nexweşîna koronayê bikevin. Xebatkaran da zanîn ku hin dayikên kedkar ku niha ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê ne jî lê anîne kar û didin xebitandin û li ser vî halî diçin malê zarokên xwe jî didin mêjandin. Xebatkaran got derûniya van xebatkarên dayik bêtir xera dibe û xebatkar zêde tên xebitandin.    MA / Zemo Aggoz