‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’ 2020-04-04 09:29:10 AMED - Endama Lijneya Rêveberiya DTO’yê Dr Elîf Turan diyar kir ku mafê jiyanê pîroz e û ji bo girtî serbest bêne berdan xwest herkes tişta ji destê wan bê bike. Sekreterê Lijneya Kordînasyona TMMOB’ê yê bajar ê Amedê Dogan Hatûn jî destnîşan kir ku dervehiştina girtiyan a qanûna înfazê înfazkirina kurdan e. Bi vîrûsa coronayê roj bi roj mirin û nexweş zêde dibin. Li Tirkiyê heta niha 425 kes bi virûsê mirin û 20 hezar û 921 kes jî bi şewba vîrûsê ketin. Yek ji cihê li dijî vêrûsa corona bê parastin û vîrûs karibe tesîrê li ser bike girtîgeh in. Gelek welatan ji ber nexweşiya vîrûsa coronayê deriyê girtîgehan vekirin lê hêj Tirkiyê nevekirine û qanûnê ku derdixe jî cudakariyê dixe navbera girtiyan. Ji ber vê yekê bi pêşengiya MED TUHAD-FED'ê, 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê bi sernavê "Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev" kampanya dabûn destpekirin. Kampanya niha bi tevlêbûna 63 saziyan berdewam dike. Hin rêxistinên ku di nava kampanyaya îmzeyê de cih digirin Odeya Tabîban a Amedê (DTO) û Lijneya Koordînasyonê ya TMMOB a Amedê ye.   Rêvebera DTO’yê Dr Elîf Tûran diyar kir ku mafê herkesan yê jiyanê û xwe gihandina tenduristiyê heye û wiha got: “Ji bo ku mafê jiyanê û xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan di bin temînata dewletên hiqûqê de ye parastina van mafan jî di bin berpirsyartiya dewletan de ye. Ji ber vê yekê divê kesên berpirsyar ji bo girtiyan tedbîran bigirin. Li gor daneyên Wezareta Edaletê li girtîgehan nêzî 66 hezar girtî li ser kapasîteyê dimînin. Ev jî dibe sebebê nebaşiya şertên fizîkî û rê li ber îhlalên mafan vedike. Hejmara zêde ya girtiyan di pêşiya îzolasyonê de asteng e. Vîrus bi riya bêhn û nefesê belav dibe. Bi temasa nêzîk gelek rehet belav dibe. Qelebalixbûna girtîgehan mixabin dibe sedemê temasê. Di vê rewşê dema kesek nexweş bû derfetên derketina revîrê jî dê kêm be, ev jî astengkirina mafê tenduristiyê ye. Ji ber van sedeman me ev kampanya da dest pê kirin.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊNE BERDAN’   Turan, da zanîn ku ji ber ku temasa xebatkarên girtîgehê jî bi derve re heye gardiyanek bi nexweşiyê bikeve dikare li hemû girtiya belav bike û wiha got: “Heke tedbîr neyên girtin dê ev vîrûs li girtîgehan belav bibe. Dê bibe sedemê nexweşbûna girtiyan. Divê xebatkarên ku bi girtiyan re dikevin temasê tedbîrên parastinê bigirin. Ji bo ku pergala bexşandinê ya girtiye xurt be divê li gor wê xwarinan û vîtamînan bidin. Malzemeyên paqijiyê divê bê pere bidin girtiyan. Divê cil û firaq makîneyan de werin şuştin. Nexweşî ne be jî divê ev tişt bên kirin.” Turan, xwest ku destpêkê girtiyên nexweş, ên 60 salî mezintir, ên nexweşiyên wan ên kronîk heyî, jinên ducanî û yên zarokên wan heyî serbest werin berdan.   ‘JI BO MAFÊ JIYANÊ LI KAMPANYAYÊ XWEDÎ DERKEVIN’   Turan, destnîşan kir ku ji bo kampanyaya îmzeyê berfireh bikin armanca wan bi riya medya civakî, nivîskî û dîtbarî xwe bigihînin raya giştî ya netewî û navnetewî ye û got: “Ji ber giringiya kampanyayê piştevaniyê ji raya giştî dixwazin.” Turan, anî ziman ku vîrûsa coronayê di heman astê de bandorê li hemû girtiya dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov çi sûc kiri be, cezayê wî çi bibe jî di vê rewşê de gotubehs mafê jiyanê yê mirovan e, ez weke hekîmekê dibêjim mafê mirovan pîroz e. Ji ber vê yekê kesên ku mafên mirovan diparêzin hêj ev qanûn nebûyî sebebê windabûna mirovan tişta ku ji destê wan tê divê bikin. Kesên ku jiyanê diparêzin vedîxwînin ku kampanyaya me xwedî derkevin.”   ‘ÇARESERÎ BERDANA GIRTIYAN E’   Turan, bilêv kir ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî derve hiştina vê qanûnê ya mirovan nayê qebûl kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di çarçoveya nirxên mirovî, hiqûqa netewî û navnetewî de qanûneke înfazê ya adilane were derxistin. Çareserî serbest berdana girtiyane. Mixabin nexweşî gelek xweş belav dibe, heke sererastkirineke ku jiyana mirovan esas digire neyê kirin dê mirin çêbin. Ji ber vê yekê qanûna înfazê ya ku di rojevê de divê rêgeze wekheviyê berçav were girtin û demildest bikin qanûn.”   ‘GIRTIYA TERKÎ MIRINÊ NEKIN’   Sekreterê Lijneya Kordînasyona TMMOB’ê yê bajar ê Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku ji bo mafê jiyanê ji insafa desthilatdariyê re nehêlin berpirsyartiya wan a mirovî, ehlakî û wijdanî ye û wiha got: “Ji ber pratîkên hikumetê yên berê bi fikara gav neavêtina hikumetê û ji bo ji dengê girtiyan re bibin deng û wan terkî mirinê nekin me kampanya da dest pê kirin.”   ‘KESÊN XWEDÎ WÎJDAN BERPIRSYARTIYÊ BIGIRIN’   Dogan, da zanîn ku kampanyaya xwe bi asta herî roj rêxistin dikin û wiha axivî: “Niha medya civakî bi awayekî çalak bikartînin. Bi avakirina komên whatsapp’ê li hemû bajaran xebatê dimeşînin. Em bang li kesên xwedî wicdan dikin. Bi awayekî bê parastin li ber çavan mirovan ji mirinê re terk kirin divê berpirsyartiya ehlakî û wicdanî bide lêkolîn kirin. Kesên xwedî wicdan ji bo kesên parastina wan neyÎ berpirsyartiyê digirin.”   ‘DERVE HIŞTINA GIRTIYÊN SIYASÎ DIJMANATIYA KURDAN E’   Dogan, dest nîşan kir ku li gelek welatên cîhanê ji ber vîrusa coronayê bê cudatî girtîgehan vala dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê li Tirkiyê polîtîkayên hikumetê li gor berjewendiyên xwe ne. Girtiyên siyasî yên Tirkiyê zêdetir kurd in. Derve hiştina vê qanûnê ya girtiyên siyasî ji dijminatiya kurdan zêdetir tiştekê nayê bîra mirov. Hemû dinya bi vîrusê re têdikoşe ku dê çawa bi mirineke kêm kontrol bikim, Tirkiye jî di derdê ka dê çend kurd bimirin de ye. Ji ber vê yekê ye ku qanûna înfazê ya ji înfaz kirina kurdan zêdetir tişteke din nîne û nayê qebûl kirin. Divê derhal girtiyên siyasî serbest bên berdan. Bi awayekî wekhev û adilane divê hemû girtî serbest werin berdan.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme