‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’ 2020-04-04 09:27:50   ENQERE – Endamê MYK’a ÎHD’ê Husnû Ondul, diyar kir ku dewlet xwedî wê berpirsiyariyê ye ku mafê jiyan û tenduristiya girtiyan biparêze û got: “Pêşnûmeya înfazê wê di vê pêjoyê de ne be bersive.”   Qanûna pêşnûmeya înfazê ya piştî şewba vîrûsa korona ji aliyê AKP û MHP’ê hat amedekirin û di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat nirxandin, girtiyên siyasî, parazvanên mafên mirovan û rojnameger ji derveyî vê pêşnûmeyê hatin hiştin.    Endamê Desteya Rêveber a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Husnû Ondul, pêşnûmeya înfazê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin. Ondul, diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê di viya ku li gorî pêvajoya şewba vîrûsa Korona (Kovîd-19) bê kirin û wiha axivî: “Di pergala înfazê ya heyî de, di rewşên awarte û wekheviyê de, pirsgirêkên darazê yên serbixwetiyê û bê aliye hene.”    Ondul, da zanîn ku di encama darizandinên ne adîlane de gelek di girtîgehan de hene û wiha got: “Divê ya ku li gorî vê sererast kirin bihat çêkirin. Lê mixabin pêşnemya qanûnî ya heyî ji bo vê yekê nabe bersiv. Di qanûn de pênaseya ‘terorê’ pir berfirehe û mirovên fikir û ramên xwe aşkere dikin rastî nêzîkatiyek ‘terorê’ tên. Rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, parazvanên mafên mirovan û nûnerên girseyên demokratik rastî vê qanûnê tên. Di înfazê de, ev li ber çavan negirtin, wê nêzikatiyek seqet be.”   'DIVÊ JI PÊVAJOYÊ RE BIBE BERSIV’     Ondul, anî ziman k udi girtîgehan de 300 hezar girtî hene û wiha bilêv kir: “Ger vîrûs derbasî girtîgehan bibe, wê mirinên komî bên jiyîn. Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv. Dewlet xwedî wê erkeye ku mafê tenduristî û jiyanê yê hemû kesî biparêze. Belê raste cezayê mirinê tuneye, lê em baş dizanîn ku ev vîrûs mirovan dikuje. Di rewşeke wisan talûke de ne berdana beşek girtiyan  polîtîkayeke bi zanebûne.”   'PÊŞNÛMEYEKE NE ADÎLANEYE’   Ondul, bal kişand ser berpirsiyartiya dewletê û wiha pê de çû: “Hem di çarçoveya pêvana wekheviyê de û hem jî di çarçoveya parastina jiyana mirovan de wê ev mijar biçe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (AÎHM). Ev rewş wê di pêşnûmeyeke ne adîlane de, bibe mijara dadgeha navneteweyî.”    Ondul, di dawiya axaftina xwe de xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan û bang li raya giştî kir ku li dijî pêşnûmeya înfazê deng derxînin.    MA / Bêrîvan Altan