Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin 2020-04-04 09:27:17   WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç diyar kir ku AKP li seranserî welat li dijî vîrûsê tevdîr negirtiye û ev rewş li ser girtîgehan rîskek mezin çêdike û divê girtîgeh werin valakirin û got: “Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin.”    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç yasaya înfazê ya ku AKP anî rojeva Meclîsê û tevdîrên îqtîdarê li dijî vîrûsa koronayê girtine nirxand.    Sarisaç bi bîr xists ku bi vê şewba belav dibe re cihên herî bê parastin girtîgeh in û wiha got: “Em li bendê bûn ku yasayek hemû girtiyan daxilî xwe bike derkeve lê berevajî vê yekê yasa derxistin. AKP krîz û nexweşiyê ji xwe re kir fersend. Aliyên ku ji xwe re wek dijmin dibîne terkî mirinê dike. Vê bi zanebûn dike. Armanca nîqaşa vê yasaya înfazê rewşa însanên li girtîgehan li dijî vê vîrûsê bê parastî ye. Niha em dinêrin girtiyên siyasî jê sûdê wernagirin. Jixwe korona tune bûya jî divê ev însan divê ne girtîbûna. Îro tevî vê rewşa xetere ya koronayê jî girtî nayên berdan û daxilî yasayê nakin. Pir eşkere û vekirî girtiyên terkî mirinê tên kirin. Navê vê yekê versiyona nebinavkirî ya darvekirinê ve ye. Heke nexweşîn li hefsan dest pê bike dê kes nikaribe pêşî lê bigire.”    ‘ZÎHNIYETA DIJMINANE YE’    Sarisaç bal kişand ser bêtevdîriyên îqtîdarê yên li dijî vîrûsê û got divê her kes li dijî vîrûsê ne kampanya îqtîdarê berevajî vê kampanya ango koordînasyonên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ava kirine bibin. Sarisaç da zanîn ku Kurdistanê tu tevdîr nehatine girtin û li dijî kurdan û girtiyan zîhniyeta dijminiyê tê bikaranîn. Sarisaç destnîşan kir ku ew mijarek wiha girîng û xelkê xwe ji insafa îqtîdarê re bernedin û ew ê jî wek partî û pêkhateyên xwe li dijî koronayê têbikoşin û hewl bidin ji xelkê re bibin alîkar.