Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin 2020-04-04 09:26:49   QERS – Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Qersê Guldane Kiliç da zanîn ku bi rêk û pêkkirina yasaya înfazê wê rê li ber travmaya civakî veke û got: “Em li dijî vê bê wekhevehiyê her kesî vedixwînin parastina jiyanê.”    Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Qersê Guldane Kiliç bertek nîşanî birêkûpêkkirina yasaya înfazê ya ji aliyê AKP-MHP ve hat derxistin û girtiyên siyasî daxilî nekirin da û got yasaya înfazê ya bere di rojeva îqtîdarê de bû niha di pêvajoya şewbê de anî rojevê û dixwaze bike qanûn. Kiliç da zanîn ku divê wekheviya înfazê li ber çavan bihata girtin û got: “Divê bi awayek wekhev û adilane ev yasaya bihata derxistin. Lê divê demildest ji hemû girtiyan re yasa were derxitsin û vê yasayê bikin meriyete.”    ‘WÊ RÊ LI BER TRAVMAYÊ VEKE’    Kiliç diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê fikarên civakê bêtir bûne û ev fikar nehatine çareserkirin û wiha got: “Mirinên koronayê rê li ber travmayê vekirine. Ya ku birîna civakê der bide jî 300 hezar girtî ne. Girtî di şertên herî xerab de dijîn. Rewşa girtîgehan ne baş e. Kapasîteya girtîgehan tije bûye.  Ji bo vê şewbê cihên herî bi rîsk in. Lig elek welatan ji bo girtîgehan tevdîr hatin girtin û girtiyan berdan. Lê li Tirkiyê bi sedan girtiyên nexweş di  nav de rewşa bi hezaran girtî ne di xema kesî de ye. Rewşa girtiyên nexweş gelek cidî ye. Em carek din berdana girtiyên nexweş di serî de hemû girtiyan daxwaz dikin. Yasaya înfazê ku sererast kirine li dijî mafê mirovan, qanûna bingehîn û peymanên navnetewî ye. Heke ev birêkûpêkkirin bikeve meriyetê yanî bibe yasa wê bibe sedema travmayek civakî. Ev jî li dijî pîvana edaletê ye. Wê ev yasa dilê civakê birîndar bike. Her wiha ev qanûn li dijî aştiya civakî ye û wê zirarê bide. Heke meriv rabe bi yasaya înfazê cudakariyê bixe nava girtiyan ev sûcek mezin e. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku ji bo vê mijarê hestiyar tevbigerin. Em wan li dijî bê wekheviyê û mirinê vedixwînin parastina jiyanê.”