‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’ 2020-04-04 09:26:02 EDENE - Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Edenê Nûrettîn Taniş, diyar kir ku pêşnûmeya qanûna înfazê li dijî pîvanên wekheviyê ye û got: “Pêdivî bi qanûnên azadîxwaz ên edaletê esas digirin û hemû qadên civakî eleqedar dikin, heye.” Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Edenê Parêzer Nûrettîn Taniş, pêşnûmeya qanûna înfazê ya ku ji aliyê AKP-MHP ve hat amedkirin û di 31’ê Adarê de pêşkêşî Meclîsê hat kirin û girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê hatin hiştin, nirxand. Taniş, pêşme pir kêm dît û nirxandina qismiye kir. Taniş, diyar kir ku sererastkirina ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) hat kirin, li dijî pîvana wekheviyê ya qanûna Maddeya 10’emîn a Dadgeha Bilind e.      MAFÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN    Taniş, anî ziman ku di warê mafê mirovan de nabe ku cudakarî bê kirin û wiha axivî: “Ger cudakarî bê kirin û mirov jiyana xwe ji dest bidin, wê demê dê rastiya ku dewlet mafê jiyanê binpê dike, derbikeve holê. Mafê jiyan û tenduristiyê ye hemû mirovan pîroze. Dewlet jî berpirsê parastina mafê mirovan. Girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê hiştin, tê wateya ku hiqûqa dijminantiyê ketiye dewrê. Divê ev qanûnîn ji bo hemû girtiyan derbas dar be.”    ÇARESERİYÊN DAÎMÎ NAYÎN PÊŞXISTIN    Taniş, da zanîn ku Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ji şiroveyê re vekiriye û wiha bilêv kir: “Berî her tiştî divê naveroka TMK’ê bê guhertin û dewlet bi nêrînek azadîxwaz vê qanûnê sererast bike. Pêkanînên hiqûqî yên cezakirina dijminantiyê li dijî vê serdemêne. Desthilatdarî hemû mûxalîfên ku weke wê nafikirin bi pêkanîna hiqûqa dijminantiyê ceza dike. Di dewletên hiqûqî de ev tu carî nayê qebûl kirin. Qanûn ji bo hemû kesan derbasdarin û nabe ku sererastkirinên keyfî bên kirin. Lê mixabin çareseriyên daîmî nayîn pêşxistin. Ev desthilatdarî feydeyê ji tundiyê digire û bi vî awayî hebûna xwe dewam bike. Ji ber ku wê çareseriya tundiya civakî bi kêra desthilatdariyê neyê, bi taybetî guhertina Qanûna Înfaza Ceza bi sînor digire. Ev helwest, mixabin wê ji bo girtî û hikumxaran di asta fermana mirinê dayîn de be.”    DIVÊ BI LEZ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Taniş, anî ziman ku divê bi lez girtiyên nexweş bên bardan û wiha pê de çû: “Pêwîste ku dewlet di demek herî nêz de bipêkirin mafên mirovan ji holê rabike. Di Qanûna Bingehîn û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de, mafê jiyanê dibin berpirsiyartiya dewletê deye. Ji ber vê her mirinek ku di girtîgehan pêk were, dibin berpirstiyartiya dewletê deye. Di vê rewşê de girtî û hikumxar di girtîgehan de girtin, binpêkirina mafê mirovane. Ji ber vê demildest pêdivî bi qanûnên azadîxwaz ên edaletê esas digirin û hemû qadên civakî eleqedar dikin, heye.”   ŞEWB WÊ BANDORÊ LI GIRTIYAN BIKE    Taniş, dest nîşan kir ku ji meha Çileya 2020’an ve nêzî 300 hezar girtî û hikumxar hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku ev qanûn bê derxistin, wê tenê nêzî 90 hezar girtî bên berdan. Ev hejmar pir kême. Ev yek wê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber vîrûsa korona ne pêkane ku mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyan bê parastin. Dema ku em şert û mercên girtîgehan tînin ber çavên xwe, wê ev şewb bandorê li gelek hikumxar û girtiyan bike. Ev jî dê bibe sedem ku gelek girtî û hikumxar jiyana xwe ji dest bidin.”   MA / Hamdullah Kesen