‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’ 2020-04-04 09:24:59 AMED - Malbatên girtiyan diyar kirin ku ji ber vîrûsa coronayê cihê herî xetere girtîgeh in û heke tiştek bê serê zarokên wan berpirsyar dewlet e. Vîrûsa coronayê roj bi roj li gelek welatên cîhanê belav dibe û heya niha bi deh hezaran kes ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest daye. Lê belê ji cihên herî zêde dibin cihê metirsiyê û gumanan yek jê jî girtîgeh in. Loma êalbatên girtiyan bang dikin ku ji ber xetereya vîrûsa coronayê divê girtî demildest werin berdan.   Besra Orak ku kurê wê Ferît Orak ê 11 sal e girtiye û niha di Girtîgehan Tîpa F a Bolûyê de ye, diyar kir ku lawê wê girtiyekî nexweş e û got: “Di binê çermê wî de kêm heye, dibe weke pirzika, di pişta wî, singê wî û piyê wî de jî heye. Di kezeba wî de jî pirsgirêk heye, di kîjan astê de ye nizanim ji ber ku ji min re nabêje. Hin nexweşiyên xwe ji me vedişê re û gelek zeîf jî bûye.”    Orak, bal kişand ser qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin û got: “Cihê ku îro herî bi tahlûke zindan in. Hemû dinya vê dibêje. Ji derveyî girtiyên siyasî, girtî werin berdan ne tişteke rast e. Gelek dewletan girtî berdan. Cihekî weke Îranê girtiyên xwe berdan. Tirkiye ji xwe re dibêje ez welatekî demokrat im. Heke girtiyên siyasî neyên berdan em dayik çi ji destê me bê em ê bikin. Em nabêjin vîrusa coronayê heye em dernakevin kolana, ez tenê jî bibim ji bo kurê xwe vê tiştê qebûl nakim.”   ‘BERPIRSIYAR DEWLET E'   Orak, bang kir ku çi qas sazî, demokratên kurdan û kesên dibêjin ez mirov im hebin gereke dengê xwe derxînin û wiha berdewam kir: “Kampanyaya MED TUHAD-FED’ê ne tenê sazî, divê herkes xwe tevlî bibe. Ez dixwazim kurê min derkeve, bila dewlet dengê me bibihîze. Serokkomarê Tirkiyê bi sala ne derdikeve televîzyonan dibê ‘rengê hêsrên dayika eynî ye, ne cuda ye’ ew qas dayik bang dikin dibên ‘zarokên me zindanan de ne, ev nexweşiya hatiye cîhanê tahlûke ye.’ Heke girtiyek bi nexweşiyê bikeve û bimire, ev dibe mirin an dibe cinayet? Kesên ku girtiyan bernedin dibin kujerên van mirovan. Zindan pir tahlûke ne, ne cihê ku mirov lê bijî. Hewa wergirtina wê bi saetan e, niha dibin nabin em wê jî nizanin. Mesele ev 15-20 roj e em dernakevin derve derdikevin şaneşînan, ber derî em çi qas aciz dibin. Şertên zindanê bi awayekî normal mirov nikarin lê bijîn. Piştî ku ev nexweşî hatî jî dibêjin em wan bernadin. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Tiştek bi zarokên me were berpirsyar dewlet e.”   ‘BILA HEMÛ GIRTÎ JI VÊ QANÛNÊ SÛDÊ BIGIRIN’   Nezahat Teke, ku kurê wê Mazlûm Teke yê ku di Girtîgehan Tîpa D a Amedê ye, diyar kir ku duh bi telefonê lawê xwe re axivî ye û wiha got: “Malbatên girtiyên ku di Girtîgeha Amedê de dimînin bi riya telefonê diyar kirin ku rewşa wan qet nebaş e. Qantîna girtîgehê fiyetê her tiştî kirine sê qat, heqê ceyranê zêde ji wan distînin. Du roj e ava gerim birîne tune ye, ya sar jî tune ye. Em ji vê rewşê pir bifikar in. Em dixwazin qanûna înfazê ji bo zarokên me û hemû girtiyên siyasî derkeve û demildest werin berdan. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku destê xwe deynin ser wijdana xwe. Em edaletê dixwazin, bila hemû girtî ji vê qanûnê sûdê bigirin.”   MA / Fahrettîn Kiliç