'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye' 2020-04-04 09:24:20 HATAY - Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku piştî bertekên jinan xalên der barê kiryarên îstismarê de ji qanûna înfazê hatine derxistin, lê belê der barê cineyatên jinan de guherîneke cidî tuneye û bi vê yekê re wê pêşî li ber zêdebûna cinayetan bê vekirin.  Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Parêzer Mehtap Sert, di qanûna înfazê ya ku girtiyên siyadî daxilî nav nehatiye kirin de bal kişand ser guherandinên ji bo sûcê li dijî jin û zarokan. Sert, ji bo nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav qanûna înfazê got, li dijî rêgeza wekheviyê ye û perçeyeke hiqûqa dijminatiyê ye.    GIRTIYÊN SIYASΠ   Sert, bal kişand ser xetereya li girtîgehan a ji ber vîrûsa coronayêû got: "Ji bo li girtîgehan pêşî li mirinên komî bê girtin, dihat xwestin ev yek bê guherandin. Lê belê wê tenê 90 hezar kesî berdin. Divê girtiyên siyasî jî daxilî navê vê qanûnê bên kirin. Li gorî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn divê girtiyên siyasî jî sûdê ji vê qanûnê bigirin. Heta şewb biqede divê înfaz bên taloqkirin."    Sert, destnîşan kir ku piştî efûkirina sûcên zayendî ket rojevê jinan bertekine mezin nîşanî vê pênûmaya înfazê dabûn û piştî bertekên jinan sûcên zayendî daxilî nav nehatin kirin. Sert, got: "Lê belê bi xaleke demborî wê sûcên beriya 18'ê Hezîrana 2014'an hatine kirin wê înfaza wan wekî ji 3 paran 2 par bê guherandin. Ev jî tê wateya ku wê gelek sûcdarên tecawizê ên berdan."    BÊCEZATÎ   Sert, destnîşan kir ku di Qanûna Ceza ya Tirk de ji bo sûcên li hemberî jinan tên kirin sererastkirinek taybet tuneye û got, di sûcên li hemberî jinan de heger mirin tê de hebe, tenê ji xala "kuştina bi qesdî" ceza tê birîn. Sert, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo gelek cezayan polîtîkaya bêcezatiyê pêk tê û got, di sererastkirina heyî de der barê şideta li dijî jinê de tenê xaleke erênî heye ew jî xala 86'an e ku heger bi awayekî hovane hatibe kirin wê ceza qatek din jî bê zêdekirin. Her wiha Sert, diyar kir ku di vir de bikaranîan madeyên sotîner jî wê bibin sedema zêdebûna ceza.    MA / Hamdûllah Kesen