Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de 2020-04-04 09:23:37   STENBOL - Bi sedan zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne, niha bi talûkeya vîrûsa coronayê re rû bi rû ne. Nünera Tora Zarokên Di Girtîgehê de ya CÎSST'ê Cansû Şekercî, bang li rayedaran kir ku rojek berî rojekê ji bo van zarokan gavina bavêjin.    Ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê tevdîr tên girtin. Ji deverên ku ji ber vê vîrûsê bûne cihê şik û guman jî yek jê girtîgeh in. Li gor daneyên Wezareta Dadê, li Tirkiyeyê bi giştî 300 hezar girtî û hikumxwar hene. Her wiha bi sedan zarok jî tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne. Nûnera Tora Zarokên di Girtîgehê de ya Komeleya Civaak Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST) Cansû Şekercî, der barê bi sedan zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne axivî.    DANE NAYÊN PARVEKIRIN    Li gorî daneyên sala 2018'an ên Wezareta Dadê, 748 zarok tevî dayikên xwe girtî ne. Şekercî, diyar kir ku lê belê di 2 salên dawî de daneyên di vî warî de qet nehatine parvekirin û serlêdanên wan ên di vî warî de jî nayên bersivandin.   BAREKÎ GIRAN    Şekercî, anî ziman ku zarokên di çaxê xwe yê pêşveçûyînê de ne tevî girtiyan di heman şert û mercan de dimînin û got, ev tiştekî bêedaletî ye. Şekercî, bal kişand ser bandora şertên girtîgehan ên li ser zarokan û got: "Ji bo pêşveçûyîna laşî û ji bo lîstikê qadek tuneye. Xwarina ji bo wan tuneye. Ev yek bandoreke neyînî li fizîka zarokan dike. Her wiha di warê derûniyê de jî ji bo wan barekî pir giran e."    HER ŞEWB LI GIRTÎGEHAN BELAV BIBE...   Şekercî, diyar kir ku heger şewba vîrûsa coronayê li girtîgehan belav bibe wê pêşî lê neyê girtin. Şekercî, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên girtîgehan binyeya zarokan ne saxlem e û di grûba rîskê de ne û got: "Li welat ji bo şewba coronayê tevdîr tên girtin, lê belê rewşa girtîgehan ji nedîtî ve tê. Li hundir tenê ne şewb, tirsa şewbê jî heye. Divê rayedarên eleqedar rewşa psîko-sosyal a zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de esas bigirin û li gor wê tev bigerin."    Şekercî, destnîşan kir ku bi taybetî jî divê zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de di girtîgehan de nemînin û got, divê Tirkiye Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) esas bigire û li gor divêtiyên dewleta civakiyî tev bigere. Şekercî, anî ziman ku divê li girtîgehan berî bi derengî bikeve li dijî vîrûsa coronayê gav bên avêtin û tevdîr bên girtin.    Her wiha Şekercî, ji bo serlêdanên li Xeta Şêwirmendiyê ya CÎSTT'ê hatine kirin jî got: "Di warê paqijiyê de girtî zehmetiyê dikişînin. Di vê pêvajoyê de li gelek girtîgehan odeyên karantînayê tunene. Li hin girtîgehan hene, lê li wir jî pev re diçin wxaringehê, xwarinê wan nebaş in û ev jî dibe sedema pirgirêkan. Her wiha di vê pêvajoyê de girtî sûdê ji revîrê nagirin. Ji ber tevdîrên ji bo eşwbê hema bêje tecrîdek heye."    MA / Erdogan Alayûmat