2 sal şûnde doz vekirin 2017-12-20 12:57:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlmê Bakur  ku di pêvajoya çareseriyê de gelek caran hat pêşandan 2 sal şûnde der barê derhênerê wê de doz hat vekirin. Derhênerê fîlm Ertugrul Mavîoglu yê ji "propaganda rêxistinê" bê darizandin got "Ev fîlm herî zêde propaganda aştiyê dike"  Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê belgefilma Bakur de doz vekir. Belgefîlma di mihrîcana Filman a Stenbolê ya 2015'an de hat astengkirin û piştre hat serbestkirin di serdema pêvajoya çarseseriyê de li gelek bajaran hat pêşandan, piştî 2 sal şûnde der barê derhênerên fîlm de doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê derhênerên fîlm Çayan Demirel û Ertugrul Mavioglu û Berpirsiyarê Navenda Çandê ya Yilmaz Guneş Dicle Anter de doz vekir. Di sala 2016'an der barê derhêner Ertugrul Mavioglu û Çayan Demirel de bi îdîaya ‘propaganda rêxistinê kiriye" lêpirsîn hatibû vekirin û piştî lêpirsînê doz vekirin.    WEZARETÊ GOTIBÛ NE QEDEXE YE   Îdîaname ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê ve hat qebûlkirin. Berê Wezareta Çandê diyar kiribû ku fîlm ne qedexeye. Derhênerê fîlm Ertugrul Mavioglu, diyar kir ku li Tirkiye gelek caran sansur pêş dikevin û wiha got: "Em dibînin ku di qada sînemayê de yekem car doz li vî fîlmê tê vekirin. Em mînaka vê yekê li Iran û Çînê dibînin. Ev doz ji bo pêşeroja sînema û çandê pir xerab e. Ev fîlm herî zêde propaganda aştiyê dike.    Danişîna dozê dê di 18'ê çile de bê dîtin. Beriya dozê Derhênera fîlm Çayan Demirel dê di 28'ê kanû de li Edliyeya Çaglayanê îfade bide dozgeriyê.