Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425 2020-04-03 19:49:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parvekirin. Koca, anî ziman ku hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin bi giştî bûye 20 hezar û 921 û got: "Hejmara kesên jiyana xwe ji desst dane jî bû 425."    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daneyên 24 saetên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parvekirin.   Koca, da zanîn ku heya niha li Tirkiyeyê bi giştî 141 hezar û 716 test hatine kirin û hejmara kesên vîrûs di wan de tespît bûye bi giştî bûye 20 hezar û 921 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bûye 425.