'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye' 2020-04-03 17:00:35   MEXMÛR - Endama Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver, diyar kir ku ji ber Mexmûr di bin dorpêç û ambargoyê de ye, li Mexmûrê hevcedarî bi xebatkarên tenduristiyê tune, lê hewcedariya wan bi amûrên tenduristiyê heye.    Şewba vîrûsa corona (Covît-19) li tevahiya cîhanê belav bûye û her roj mirov ji ber wê jiyana xwe ji dest didin. Şewb gefan li her kesî dixwe. Di roeva hemû cîhanê de niqaşên parastina li dijî wê tê kirin. Lê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ber dorpêçê ji amûr û ekîpmanên tenduristiyê bêpar e. Ji ber ku hikûmeta Herêmî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 9 meh in xistiye dorpêçê, rêveber û meclisa kampê nikare pêdiviyên civakî, tenduristî û jiyanî peyda bike. Endama Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver, têkildarî rewşa tenduristiyê û talûkeya şewbê ya li ser kampê ji Ajansa Jinnewsê re axivî. Bêrîvan Unver, bal kişand ser ambargoyê û got: "Ambargoya ku ji hêla Hikûmeta Herêmî ya Kurdistnanê ve hatî dayîn 9 meh in didomin. Hemwelatiyên li vir ji bo debara xwe bikin berê xwe didan bajarên din, lê belê ji ber ambarogoyê nedikari bên wargehê. Piştî ku mijara vîrûsê derket holê gelek kargeh hatin girtin û ev jî ji neçariyê vegeriyan wargehê. Ji ber ambargoya ku heyî rewşa li vir her ku diçe zehmet dibe."   'AMBARGO HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI SER TENDURISTIYÊ DIKE'     Unver, li ser qada tenduristê sekinî û diyar kir ku di ambargoyê de herî zêde beşa tenduristiyê bi bandor bû û wiha axivî: "Gelek nexweş dihatin cem me, lê me nekari pêwistiyên wan pêşwazî bikin. Di nav kesan de rewşa wan yên giran jî hebûn. Nexweşên ku divê biçin Hewlêrê ji hêla asayîşa PDK'ê ve dihatin astengkirin. Di vê demê de jinên ducanî zarokên xwe windakirin, hin kes jî ji ber tedawî nebûn jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên ku ji bo biçin nexweşxaneyê berê xwe didan qeymeqamtiya navçeya Mexmûrê ya Musilê, lê li vir bi seatan dihatin sekinandin, nedişandin nexweşxaneyan. Cihên ku em nexweşên giran bişînin tune bû."   Unver, diyar kir ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa koronayê re rûbirû maye û got: "Her roja ku derbas dibê rewş giran dibê. Çend mirov li mala xwe de bin jî ev nexweşî belav dibe û bi hezaran kes heta niha jiyana xwe ji dest daye. Di serî de li hemberî vê nexweşiyê tedbîr nehatin girtin û vîrûs belav bû. An birçîbûn û an jî vîrûs mirov di navbera dubendan de hatin hiştin."   'KESÊN JI DERVE TÊN 14 ROJAN DI KARANTÎNAYÊ DE DIMÎNIN'   Unver, bal kişand ser vîrûsa korona yê û tedbîrên ku li wargehê hatine girtin û wiha berdewam kir: "Dema ku ev nexweşî li cîhanê belav bû li wargehê Maseya Krîzê hat avakirin û 2 xebatkarên Komîteya Tenduristiyê jî tevlî xebatên Maseya Krîze bûn. Her roj rewş dihat şopandin û nirxandin. Ji bo xwe parastina li hemberî vîrûsê belavok hatin belav kirin û semîner hatin dayîn. Em mal bi mal geriyan, me gelê xwe di vê derbarê de hişyar kir. Niha dibistanên wargehê wekî cihên karantinayê hatin îlankirin. 4 endamên me yên tenduristiyê li vir dimînin. Kesên ku li dervê tên jî li vir 14 rojan di karantînayê de dîminin. Her wiha endamên tenduristiyê jî wekî nobedarî dixebitin û rojê 2 caran kesên li vir qontrol dikin. Kesên li vir nexweşiyên wan yên kronîk hebin, her dem bijîşk tê li wan temaşe dikê."   'LEPIK Û MASKE KÊM IN'    Berîvan Unver, anî ziman uk xebatkarên tenduristiyê hejmar ne kêm in lê belê ji ber kêmbûna pêdiviyên tenduristiyê pirsgirêkan dijîn û wiha rewş anî ziman: "Ji ber ku vîrûs her ku diçe belav dibe, rewşa wargehê jî dixe dibin xeterê yê. Di şert û mercên ku em tê de zehmet in. Amûrên me yên tenduristiyê kêm in. Heta niha nexweşiya vîrûsê li vir derneketiye lê belê ji ber kêmasiyan dibe ku rewş zehmet be jî. Bi taybetî Komîteya me ya Tenduristiyê di vê mijarê de pirsgirêkan dijîn. Pêwistiya me bi tulum, lepik û maskeyan hene. Ev nebin em nikarin rojane kesên ku di qarantine de binêrin. Çiqas bijîşk hebin jî lê dema alavên tenduristiyê tunebin em nikarin hewcedariyên hemwelatiyên xwe pêk bînin."   'NY ALÎKARIYÊ NADE'   Bêrîvan Unver, da zanî ku hem ji ber ambargoyê û hem jî ber vîrûsa koronayê rewşa li vir di xeterê de ye û wiha got: "Penabarên li vir piştî çend wargeh guherandin hatin li vir bi cih bûn û her kes rewşa li vir dizane. Ne tenê niha bi salane em di nav şert û mercên ne baş de dijîn. Lê belê di pêvejoya ambargo de jî Netexeya Yekbûyî (NY) bi tu awayî alîkarî nedaye wargehê. Belê li seranserê cîhanê rewşeke aloz heye lê belê rewşa me ya niha jî tê zanîn. Em bang li saziyên mafên mirovan, dezgeh û rêxistinên Kurdan dikin ku alîkariyê li Mexmûrê bikin. Bi taybetî em bang ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin erka xwe pêk bînin. Her wiha nexweşxaneyeke Hewlêrê ji bo vîrûsê hatiye veqtandin û em jî dixwazin sûde bigirin."