Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê 2020-04-03 16:47:44   OSMANIYE - Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî û 10 rojan li Nexweşxaneya Delwtê ya Osmaniyê ma, cardin şandin girtîgehê.    Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mejiyê wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Hat hîn bûn ku Kaya piştî darmankirina 10 rojan, cardin paşve şandin girtîgehê. Hat diyar kirin ku Kaya ji duh ve di revîra Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Osmaniyê de tê girtin. Keça Kaya Dîlan Kaya, da zanîn ku bavê wê duh cardin birine girtîgehê û got: “Bi telefonê min hevdîtin bi bavê xwe re kir. Dengê wî pir xerab dihat.  Parêzerê Kaya Şîar Rişvanoglû, ji bo ku cezayê Kaya bê talûqkirin serî li Dadgeha Înfazê ya Osmaniyê da.