KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan 2020-04-03 16:09:02   AMED - KCD û TJA’yê derbarê endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a 288 rojin di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da de, peyam weşand.    Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a bidaxwaza edaletê 288 rojin di rojiya mirinê debû jiyana xwe ji dest da. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Bolek de daxuyanî dan.  KCD’ê di daxuyaniya da de wiha got: “Ev çûyîn ne çûyîne. Divê AKP demildest dest xwe ji qadên demokratik vekişîne. AKP dibe sedema mirovan mirovên ciwan. Em dixwazin balê bikêşin ser rewşa rêhevala Hêlîn Îbrahîm Gokçek. Îbrahîm 291 rojin di rojiya mirinê deye û çalakiya wî dewam dike. Em bang li desthilatdarî û partiyên mûxalîf dikin ku guh bidin daxwazên Îbrahîm û daxwazên wî bi cih bînin. Em heval Helîn bi rêzdarî bi bîr tînin û xwedê rehma xwe lê bike. Em ji malbat û rêhevalên wê re sersaxiyê dixwazin. Kilamên Grûp Yorûm wê stranên me bin. Hêzê tu kesî wê têrê ne ku kilam û stranên me bêdeng bikin.”    TJA: DIJMINANTIYE    Tevgera Jinên Azad (TJA) jî, derbarê endama Grûp Yorûm Helîn Bolek a jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA’yê, diyar kir ku desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê ji sala 2015’an ve bi her awayî êrîşê endamên Grûp Yorûm dike û wiha got: “Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek ji bo ku mafên xwe bi dest bixin û edalet pêk bê,  berxwedana greva birçîbûnê dan dest pê kirin û ev berxwedana wan 288 rojan de dewam dike.  Îro Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da. Bi cih ne anîna daxwazên wan encama polîtîkayên dijminantî û nefretê ye. Yekemîn berpirsiyarê mirina Helîn desthilatdariye û îro li ser vê erdnîgariyê dengê aştî û azadiyê hatiye qetilkirin. Berpirsên qetilkirina Hêlîn ew kesin ku polîtîkayên dijminantiya jinê bi rêve dibin, kilam û staranan qedexe dikine. Bila hişmendiya qedexekar û yekperest baş zanibe ku heya ku jiyana azad li ser vê axê bê avakirin, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”