'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’ 2017-12-20 12:31:05 ENQERE  - ÎHD’ê, bi boneya 39’emîn salvegera Komkujiya Mereşê xwest Tirkiye li rastiya xwe vegere û qebûl bike û wiha got: “Her ku diçe Tirkiyeye ji rastiyên komkujiyan dûr dikeve û ev derfetên aştî û çareseriyê ji holê dike.”  Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD), bi boneya 39’emîn salvegera Komkujiya Mereşê daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê bang kir ku komkujî bê ronî kirin û di daxuyaniya xwe de cih da bilançoya komkujiyê.  ÎHD’ê di daxuyaiyê de wiha got: “Komkujî di 19’ê Kanûnê de dest pê kir û di 26’ê Kanûnê de bi dawî bû. Li gorî danayên fermî 111 kes hatin kuştin, ji hezarî zêdetir mirov birîndar bûn, 552 mala hatin şewitandin û wêrankirin û nêz 289 kargeh hatin talankirin. Bi komkujiyê re jî demografiy a Mereşê hat gohertin.   'TIRKIYE JI RASTIYÊ DIREVE'   Mîna salên çûyî çalakiyên ji bo komkujiya Mereşê hatin qedexekirin. Dewlet ji ber ku naxwaze rastiya komkujiyê bibîne hemû hewldanên raya giştî asteng dike. Ev rewş dide diyar kirin ku dewlet ji rastiya  komkujiyê ditire û naxwaze bibîne. Ji xwe di TBMM’ê de Komkujiya Mereş wekî ‘komkujî’ hatiye qebûlkirin.    'RÊYA AŞTIYÊ DI NASKIRINÊ RE DERBAS DIBE'   Di navbera salên 2013 û 2015’an de pêvajoya çareseriyê hat meşandin. Lê derfetên çareseriyê baş nehatin nirxandin. Bi destpêkirina şer re, hewldana darbeyê, li dijî darbeyê îlan kirina OHAL’ê, Tirkiye anî ber rewşeke cuda. Desthilatdariya siyasî ji demokrasiyê dur ket û otokrasiya xwe winda kir. Divê komkujiya Mereşê bê ronîkirin, lêborîna xwe ji Elewiyan bixwazin, berpirs bên darizandin û ceza kirin. Divê OHAL bê rakirin."