Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike 2020-04-03 16:02:49   AMED - Vakfa Tahîr Elçî, diyar kir ku 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo dosya doza Tahîr Elçî neqlî bajarekî din bike ewlehiya danişînê ji Walîtiya Amedê pirsî ye û bertekên xwe anîn ziman.    10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdîanameya doza Tahîr Elçî qebûl kir. Danişina doza yekemîn dê di 21’ê Cotmeha 2020’an bê dîtin. Dadgehê ferman da ku polîsên bersûc S.T. û M.S. bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin. Dadgeha ku doza Tahîr Elçî qebûl kir, ji bo dosya bê heqilkirin ket nava hewldanan. Heyeta dadgehê ji Walîtiya Amedê pirsa "Eger doz li Dadgeha Amedê bê dîtin dê ji bo cemaweriyê talûke be ya na?" pirsî. Li gorî Qanûna Dadgeha Ceza ger ku dozek ji bo ewlehiya cemaweriyê talûke be dikarin neqlî bajaekî din bikin. Dadgeh ji bo vê yekê dikare ji Wezareta Dadê ango Dadgeha Bilind bixwaze.    Vakfa Tahîr Elçî têkildarî mijarê daxuyanî da û bertekên xwe anî ziman. Vakfê wiha got: "Em li bendê bûn ku îdîanameya pêşkêşî 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat kirin, dageh îdîanameyê red bike, lê dadgehê, di girteka amadekariya danişînê ya 27'ê Adarê de ketiye nava hewldanek garabeta hiqûqê. Li Tirkiyeyê gelek dozên ku faîlên wan diyar in û kujerên wan rayedarên cemawerî/dewletê ne, li dijî rêgezên edlî û darizandinê, neqlî bajar û edliyeyên din hatine kirin. Ji bo mexdûr xwe negînîn şopandina dozê û danişînê, dosya ji mexdûran hatiye revandin. Li şûna faîl em dibînin mexdûr tê darizandin. Em ji nêzîk ve dizanin ev dozên bi vî rengî çawa bi encam bûne. Yek ji sedemên bêcezahiştinê neqilkirina dosyayên dozê ne. 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî dixwaze vê yekê ji bo doza Tahîr Elçî pêk bîne. Neqilkirina dosyayê nayê qebûlkirin. Fikira neqilkirina dosyayê bi xwe li dijî bîranîna Tahîr Elçi ye. Em wekî Vakfa Tahir Elçî dixwazin 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a ku bi qebûlkirina îdîanameyê nîşan da ku dê alî û ne serbixwe be, destê xwe ji vê dosyayê bikişîne û xwe vekişîne. Em Vakfa Tahir Elçî û dostên Tahir şopdarên doza wîne û em ê hemû geşedanan bişopînin."