Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-04-03 15:39:45   STENBOL - Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi muwekîl û xizmên xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komare ya Bûrsayê dan. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û vasîyê wî Mazlum Dinç, ji bo ku di navbera 6-10’ê Nîsanê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin bikin serî li serdozgeriyê dan.   Malbatên girtî Omer Hayrî Konur, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi heman armance serî li serdozgeriyê dan. Birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamili Yıldırım Polat Yıldırım û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan û xwestin biçin Îmraliyê û hevditin bikin. Malbatan, de serlêdana hevdîtinê de xwestin ku bi xizmên xwe re bi rêya telefonê jî, hevdîtinê bikin.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç jî, ji bo ku di navbera 6-10’ê Nîsanê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin bikin serî li serdozgeriyê dan.   Parêzerên Ocalan Nevroz Ûysal û Rêzan Sarica herî dawî piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22 Gulan, 12 Hezîran, 18 Heziran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7'ê tebaxa 2019'an û heta niha her hefte serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersîv nagirin.