Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye 2020-04-03 15:32:54 ENQERE - Endama Koma Grûp Yorum Hêlîn Bolek di roja 288’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Mithat Sancar, têkildarî Hêlîn Bolek daxuyanî dan û diyar kirin ku berpirsiyarê van mirinan îqtîdar e û gunehê wan di stuyê îqtîdarê de ye.  Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî mirina Endama Koma Grûp Yorum Hêlîn Bolek ya di roja 288’an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniya nivîskî weşandin. Hevserokên HDP'ê, diyar kirin ku berpirsiyarê van mirinan îqtîdar e û gunehê wan di stuyê îqtîdarê de ye. Hevserokan ewil ji malbata Bolek sersaxî xwest û wiha got: “Hêlîn Bolek hunermendek ku ji bo Grup Yorum stranên xwe azad bêje bedena xwe da ber birinê. Mirinek bi vî rengî bu tu awayî nayê qebûlkirin. Lê mixabin endama Grup Yorum Hêlin Bolek di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Em pir xemgîn bûn. Berî her tiştî serê me tevan sax be. Em ji malbat, xizm, nêzîkên wê û heskiriyên wê re sersaxiyê dixwazin. Berpirsiyarê van windayan hikûmet e û divê bi lez îqtîdar ji bo daxwazên wan gavan bavêje."