Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin 2020-04-03 15:02:17 MÊRDÎN - Li Mêrdîn ku Wezîrê Tenduristiyê got 'Li vir mirin tune' heta niha 3 kesan ji ber şewba virusa corona jiyana xwe ji dest dan.  Cahît Çetîn ê 64 sali ku di 27'ê Adarê de ji Stenbolê hat Qosera Mêrdînê û li nexweşxaneyek taybet dihat dermankirin, ji ber şewba vîrusa corona jiyana xwe ji dest da. Pişti teşhîsa Covid-19 tanîn ser Cahit Çetin, ew xistin qerantînayê. Cenazeyê Çetin ji aliyê kesên bi cilên taybet li Qoserê defin kirin. Li aliyê din avahiya ku Cahît lê dima ji 27'ê Adarê de xistine qarantînayê. Hevjîna Çetîn jî hêj di bin karantînayê de ye.    WEZÎR GOT MIRIN TUNE LÊ 3 KES BI VÎRÛSÊ MIRIN   Li bajarê Mêrdînê ku Wezîr got kes li vir nemiriye, heta niha H. Nuri Ercan (66) li Mîdyatê, Ridvan Kaya (70) li Artûkluyê û Cahît Çetîn ê 64 salî bi tevahî 3 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.  Wezir Fahrettin Koca, di 1'ê Nisanê de diyar kiribû ku li Mêrdînê 34 kes bi şewbê ketine û li Mêrdîn kes ji ber virûsê nemiriye.