Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da 2020-04-03 14:47:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê nexweşiya çavan Op.Dr. Nurettin Mutluergil, ji ber şewba virûsa corona jiyana xwe ji dest da.    Pisporê nexweşiya çavan Op.Dr. Nurettin Mutluergil ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kutahya bisalane kar dikir, ji ber şewba virûsa corona jiyana xwe ji dest da. Seroka CHP'ê ya Kutahyayê Dr. Zeliha Aksaz Şahbaz, li ser medya civakî sersaxî xwest û got: "Êşa me gelek mezin e. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Kutahya bi salan em bi hevre xebitîn. Kesekî pir durust, jîr û jêhatî bû. Bijîşkê Çavan Op Dr Nurettin Mutluergil ji ber vîrûsa corona Covid19 jiyana xwe ji dest daye. Ez pir xemgin im. Ez ji hemû hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim."    3 DOKTORÊN DIN JÎ BERÊ BI VÎRÛSÊ MIRIN   Li Stenbolê Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Li Stenbolê spartin axê. Li Edîrneyê Pispora Patolojî ya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa Prof. Dr. Feriha Oz a 87 salî, ji ber şewba Covid-19 li Fakulteya Tipê ya Edîrneyê jiyana xwe ji dest da. Li Îzmirê jî Hekîmê Cihê Kar Dr. Muharrem Îdîz ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.